Rojanemgeran ji mamosteyên xwe re name şandin

ENQERE - Rêxistinên rojanemgeran ji mamosteyên ku ji fakulteyên ragihandinê hatine îxrackirin re nameyên spasiyê şandin û gotin: “Dîrok dê sekna we ya bi rûmet binivîse.”

Platforma Rêxistinên Rojnamegeran, ji mamosteyên bi biryarnameyên KHK’ê ji fakulteya ragihandinê hatine îxrackirin re name şandin. Ji aliyê G9 ku ji rêxistinên wekî Yeketiya Rojnamegerên Ewropayê (AEJ), Sendîkaya Kedkarên Posta û Ragihandina Weşana Çapemeniyê (Habersen), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Nûçegihanên Parlametoyê (PMD), Sendîkaya Xebatkarên Çapxaneya Weşanên Tirkiyeyê (Dîsk Basin-Îş), Sedîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê pêk tê ji mamosteyên ji fakulteyê hatin îxrackirin re name şandin.

Di nameyê de ev tişt hatin gotin:

“Mamosteyên birêz, em rojnamgerên ku hinek li girtîgehê, hinek wekî we bêkar û hinek jî hêjî rastiyan dibêjin û şahidiya sedsalê dikin in. Hinek ji me rojnamegerî ji we fêrbûn ku rojanemgerî ligel aştî, hiqûq û azadiyê ye. Em ji we fêrbûn ku rojnamegerî pirs pirsîne. Niha bi navê têkoşîna bi darbeyê re di OHAL a hatiye îlankirin de, KHK’yên hatine derxistin we jî ders û xwendekarên we dike. Em bi navê şahidiya ku ji sedsalê re tê kirin dibêjin ku tu tiştên ku diavêjin ser we dê cihê xwe negire û hûnê her tim wekî mirovên zane yên birûmet bên nasîn. Dîrok dê we birûmet bibîr bîne û kesên bûne sedema sirgûna we jî dê bi şermezarî bibîr bîne. Hewce bi gotinên dirêj nake; em dixwazin spasiya ji bo sekna we ya birûmet spasiya we bikin.”