ŞIRNEX - Qeyûm tayînî şaredariya bajaroka Bêspîna ya Silopiyê ku hevşaredarên wê di bin çavan de ne kirin.
Qeyûm tayînî şaredariya bajaroka Bêspînê ya navçeya Silopiya Şirnexê ne kirin. Qeymeqamê Silopiyê Savaş Konak wekî qayûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Piştî îfadeyên Hevşaredarên Bajaroka Bêspînê Abdulgaffur Ruzgar, Suheyla Bungul ên di 7’ê Sibatê de hatin girtin li Fermandariya Cindirmeyan a navçeyê bi dawî bûn sewqî Dadgeha Şirnexê hatin kirin.