ŞIRNEX- Malbata Bahşîş a piştî mehan vegeriya mala xwe yî li Şirnexê, dema berî ji mala xwe derkevin dîmenên bajêr kişandinbûn û niha ew dîmen di nav rûpelên dîrokê de wek bîranînekê mane. Ji bajêr, tenê gumletên molazên li pêşberî malê mane.
Li Şirnexa ku mirov ji neçarî malên xwe, bajarê xwe terikandin dîmenên dawî yên ji malên xwe kişandibûn, wek bîranîna rojên xweş mane. Malbata Bahşîş a ku mala wan li jora yek ji taxa herî mezin a bajêr Taxa Bahçelîevlerê ye, piştî bidawîbûna qedexeyê dema vegeriyan mala xwe li hemberî dîmena li bajêr metel man.
BI MEHAN HISRETA XWE BI DÎMENAN ŞIKANDIN
Ji baxçeyê mala ku hema bêje hemû bajêr jê dixuyê, malbat texmîn nedikir wê bajar wisa bê rûxandin û dema ji malê dertên herî dawî dîmenên bajêr dikêşin û vê dîmenê di dema qedexyê de bi strana Ayşeşan “Şirnex” a ku li ser komkujiya 1992’an a Şirnexê ye montaj dikin. Malbata ku dîmenên bi amatorî hatine kişandin temaşe dike, bêrîkirina xwe yî 8 mehan a ji bo bajêr bi van dîmenan şikandine. Malbata ku piştî 246 rojan berê xwe da mala xwe, cara ewil dema ji baxçeyê malê li dîmena bajêr dinihêre hêstir xwe ranagirin.
JI BAJARÊ RENGORENGO GUMLETA MOLOZÊN GEWR MA
Di dîmena li ber çavan, ne rastî maleke berê û ne jî darekê tên. Li Taxa Bahçelîevlerê ya berê avahiyên bilind li hebûn, niha ji bilî çend avahiyên dibistanan û çend malan tu tişt naxuyê. Ji kuçeyên rengorengo tenê gumleta molên gewr maye. Li taxa ku berê li cihên malê tune bûn, bi dar û ber bû niha darên hişk û yên ji kokê hatine hilqitandin pêvtir tu tişt tune ye.
LI ŞÛNA DENGÊ ZAROKAN DENGÊ DOZERAN
Li taxa ku dengê zarokan jê dihat, niha tenê dengê dozer û kamyonan tê. Ji rûyê jina extiyar a li baxçeyê mala xwe rûniştiye û bi kûrahiyî li molozan dinihêre, hesret û bêrîkirina berê dixuyê.
Dîcle Muftuoglû- Devran Toptaş Dîhaber