AMED - Cigirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan di bîranîna Tahîr Elçî de diyar kir ku 63 hefte, yanî 442 roj derbas bûn lê hêj kujer ne hatine dîtin û cînayet ne hatiye ronîkirin.
Baroya Amedê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar ling a Sûrê hat qetilkirin bibîr bînin çalakiya xwe ya heftane li ber Edliyeya Amedê berdewam kirin. Endam û rêveberên Baroya Amedê bi cubbeyên xwe li ber Edliyê kom bûn di hefteya 63’yemîn de dowîz û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û wêneyên Elçî rakirin. Li ser navê Baroyê Cigirê Serokê Baroyê Velat Alan daxuyanî da.
Alan diyar kir ku ji bo ew ronînekirin û nedîtina kujerên Elçî şermezar bikin carekdin kom bûne û wiha got: “63 hefte û 442 roj derbas bûn lê hêjî kujer ne hatine dîtin û cinayet ne hatiye ronîkirin. Me ronîkarina vê cînayetê ji xwe re wekî nirxekê dîtiye û em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Em ê destûr nedin ku ev cinayet bikeve nava yên kiryar ne diyar. Heta kujer bên dîtin em ê her hefte çalakiya xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.