ÎHD: Di salekê de 811 maf hatin çewisandin

ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora binpêkirina mafên mirovan a Herema Ege ya meha çile aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku di meha çile de 811 mafên mirovan hatine çewisandin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Tirkiye rapora binpêkirina mafên mirovan a meha çile ya herêma Egeyê aşkere kir. ÎHD'ê rapor li şaxa komeleyê aşkere kir. Rêvebere Şaxê Ahmet Çîçek, diyar kir ku binpêkirina mafan roj bi roj zêde dibe. Çîçek diyar kir ku di çileya 2016'an de 115 kes hatin binçavkirin û di çileya 2017'an de 157 hatin binçavkirin. Çîçek ani ziman ku di mehekê de 811 mafên mirovan hatine binpêkirin.

157 KES HATIN BINÇAVKIRIN Û 39 KES HATIN GIRTIN

Çîçek diyar kir ku di çile de 157 kes hatin binçavkirin û ji wan 39 kes hatin girtin û wiha got: "Di vê mehê de 5 karker di qezayên kar de mirin. 7 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. Tacîz, îstîsmar zêde bû û 3 kes rastî taciz û êrîşa zayendî hatin. 1 jin birîndarbû. 17 zarok rasti îstîsmarê hatin. 3 zarokên astengdar rastî îstîsmarê hatin. Kesek rastî tecawizê hat. 32 kes bi giştî rastî îstîsmarê hatin. Herî zêde mafê penaberan hat binpêkirin. Dema 429 penaberan xwestin derkevin dervê welat hatin binçavkirin. Bi taybetî di serdema OHAL'ê de zextên li girtîgehan jî zêde bkûye. Hem serlêdanên malbatan û hem jî name û faksên girtiyan ên têkildarî binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye. Serlêdanek ji bo lêgerina tazî ya bi zorê, serlêdanek têkildarî zextên li ser nasnameyê hatiye. 29 kes rastî astengiyên dermankirinê haine. 27 kes rastî cot kelepçe hatine. 27 kes rastî astengiyên cuda hatine. 27 pirtûk û kovar hatine astengkirin.

Di pêvajoya OHAL'ê de 2 bûyerên ku ew xistine nava fikaran pêk hatine. Belavkarekî rojnameyê hatiye binçavkirin û teklîfa sîxuriyê spartine wî. Yek jî hat revandin û hat berdan."