Meheke her roj tên binçavkirin

MELETÎ - Kedkarên cemaweriyê yên 31 rojin bi silogana “Ez kar, ked û xwendekarên xwe dixwazim” li Meletiyê çalakiyê pêk tinin cara 31’emîn hatin binçavkirin.

Kedkarên cemaweriyê yên endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ne û bi KHK’e li Meletiyê ji kare xwe hatine îxraçkirin bi şiara “Ez kar, ked û xwendekarên xwe dixwazim” li Meydana Emeksizê ev 31 rojin di çalakiyê de ne.

Ji kadkarên di çalakiyê de ne, her roj tên qadê û dovîzan vedikin Erdogan Canpolat, ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê nikare tevlî çalakiyê bibe, Umut Sertaç Okdemîr û Tendirûstvan Cengîz Ugurlu li qadê çalaki pêk anîn.

Kedkar dema dest bi çalakiya rûniştinê kirin ji aliyê polîsên derdoran wandorpêçkirin ve hatin binçavkirin. Kedkarên ku dirûşmeya “Em mafdarin em ê biserbikevin” berzkirin siwarî wesayîta polîsan hatin kirin û birin qereqolê.

Kedkarên ku di her çalakiyê de tên binçavkirin, piştî bi hinceta “muxalefetiya qanûna kêmasiyan kirine” 219 TL cezayê pere li wan tê birîn û tên berdan.