Huda Kaya: Gotina 'Erê' înkarkirina Xwedê ye

RIHA -Parlementera HDP'ê Huda Kaya ya li Rihayê di çarçoveya xebatên referandûmê de bi gel re hevdîtin çêkir, dest nîşan kir ku "Erê" tersî îslamê ye û wiha got: "Li gor baweriya me beramberiya gotina 'erê' înkarkirina Xwedê ye."

Li Rihayê, HDP û DBP'ê starta xebatên xwe yê referandûmê dan. Partiyî û Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir ên li navçeya Hewag û Xelfetiyê di 8'ê Sibatê de bi gel re hevdîtin çêkirin, sedemên ew ê çima di referandûmê de bibêjin "Na" vegotin. Piştî hevdîtinên li navçeyên Hewag û Xelfetiyê, Baydemir li navçeya Serêkaniyê li avahiya DBP'a navçeyê bi gelek welatî û partiyan re hat gel heve û paşê derbasî navçeya Wêranşarê bû.

Li navçeya Wêranşarê li avahiya DBP'a navçeyê bi beşdarbûna Baydemir, Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, endmê KCD'ê Musa Farizoglu û Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Salih Yildiz bi gel re civîn hat çêkirin. Di civîna ku gelek welatî û partiyî beşdarî wê bûn de Farizoglu axivî û diyar kir ku, wan xebatên xwe yên heta roja îroyîn bi xwêdana eniya xwe kiriye û got, ew ê di referandûmê de jî bi ehman awayî bixebitin û bi ser bikevin.

AKP'Î NERIHET IN

Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Salih Yildiz jî diyar kir ku, gelê Rihayê baş hay ji zilmê jî û ji berxwedanê jî heye. Piştî Yildiz, Parlementer Huda Kaya axivî û Kaya jî diyar kir ku, parlementerên AKP'î jî ji geşdenanên heyî nerihet in û wiha got: "Ev tê guhên me û dibêjin, 'xwest bibe serok, xwest bibe Serokomar, hê çi dixwaze.' Em bi dîktatoriyeke ku tehamula wê ji rexneyan re tune ye rû bi rû ne. Em baş dizanin dixwazin çi bikin. Dixwazin gel bi birçîbûnê terbiye bikin. Dixwazin mirovan bikin kole, colên pez. Bi sed hezaran betal hebûn û ev zêdetir dibe. Kesên li cem kurdan û bindestan cih bigirin, davêjin. Yanî evqasê bêperwa nêz dibin."

'ERÊ' LI DIJÎ ÎSLAMÊ YE'

Kaya got, gotina "erê" tersî îslamê ye jî û wiha domand: "Li gor baweriya me beramberiya 'erê' înkarkirina Xwedê ye. Ez ê vê bi du sureyên Qur'ana Kerîm rave bikim. Ji bilî Xwedê kî tekparêziyê ferz bike, ev li gor tewhîdê ev zalimeke ku divê bê 'na'. em tenê La'ya Tewhîdê tenê vebêjin, em ê karibin wan jî îknayî 'Na'yê bikin. Di erebî de La 'Na' ye. Ji çi re 'Na'? Tenê afirînerek heye. Tenê îlahek heye. Ji bilî wê 'tek'ê kî tekparêziyê îdia bike, di asasê xwe de ew îlahtiyê îdia dike. Kî ji bilî Xwedê behsa tektiyê bike, tê wateya ku ew li dijî heqîqeta Qur'anê şer dike. Yanî doza îlahtiyê dike. Yanî muxalefetiya Qur'anê dike. Di Qur'anê de cih û beramberiya vê tune ye. Tiştê xwedê li evdên xwe yên zilm lê kirine nekiriye, ev zalim wê wek heqekî di xwe de dibînin. Di Qur'anê de tekparêziyeke wisa tune ye. Behsa azadiya cur i cur a her kesî tê kirin."

Piştî Kaya, Baydemir axivî û wiha got: "Em qanûneke ku zimanê kurdan, hebûna kurdan nas neke, qet nasnakin. Ji qanûneke bingehîn a me nas nake re, gotina 'Na'yê mafê me yê herî rewa ye."