Hevşaredarê ji peywirê hat dûxistin, serbest hat berdan

COLEMÊRG -Hevşaredarê bajaroka Bajargehê Akif Kaya bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan.

Hevşaredarê bajaroka Bajargehê ya Gevera Colemêrgê Akif Kaya yê 3 roj berê ji peywirê hat dûrxistin û paşê hat binçavkirin, piştî karên li Fermandariya Cendirmeyan sewqî dozgeriyê hat kirin. Kaya yê bi îdiaya "endamtiya rêxistin" ji aliyê dozgeriyê bi daxawaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan.