ŞIRNEX- Rojnameger Sebahattîn Koyûncû bi nameyekê pêvajoya xwe yî girtinê û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi raya giştî re parve kir.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya ku hat girtin Sebahattîn Koyûncû dema li Silopiyaya Şirnexê nûçegîhantî dikir, di 1’ê îlonê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Koyûncû bi nûçeyên xwe, parvekirinên xwe yî civaka medyayî û hevpeyvîna xwe yî bi Parlementera HDP’ê Çaglar Demîrel bi îdiaya “Endamê rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatibû tawanbarkirin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Koyûncû yê ku tevî Mazhar Metîn hatibû girtin, di nameya xwe de ragihand ku li têketina Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatine û li girtîgehê binpêkirinên mafan dest nîşan kir.
Koyûncû di nameya xwe de wiha got:
“Bandora qedexeya derketina derveya ya di 14’ê adar 2016’an de li Şirnexê hat îlankirin, li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê zaf zêde ye. Di serî de zarok kesên dişînin girtîgehê, di bin çavan de rastî pêkûtî û îşkenceyê hatine. Bi girtinan re, girtîgeha bis er kapasîteya xwe ketiye. Di qawîşên 10 kesî de 16-18 kes dimînin û her wiha zêdeyî 250 girtiyên siyasî li girtîgehê tên ragirtin.
Li girtîgehê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne. Ji tenduristiyê bigire heta çalkiyên civakî, binpêkirina mafan, cezayên dîsîplînê yên bi kêfî gelek tişt tên jiyîn û her wiha hema bêje her heftê sirgûn çêdibin.
‘ÊRÎŞ BÛN SEDEMA MIRINÊ’
Li girtîgehê arokên bi navê Seyît Riza Şeran û Cegerxwîn Akdenîz ên li qawîşa zarokan dihatin ragirtin, bi îdiaya “giroyî” bûne, ew ji qawîşê derxistin û wan birin odeyeke cihê. Li gor agahiyên bi dest ketin, xebatkarên girtîgehê bi çewisandin û pêkûtiyên derûnî nêzî Şeran û Akdenîz bûne û li dijî van pêkûtiyan, wan jî betanî û nivînên li odeyê li ber derî kirine barîkat agir pêxistine.
‘DERENG MUDAXILEYÎ ŞEWATÊ HAT KIRIN’
Rêveberiya girtîgehê mirina zarokan ewil ji girtiyên siyasî veşart û hat zanîn ku, dereng mudaxileyî eşwatê hatiye kirin. Piştî mirinan girtiyên siyasî 3 rojan ketin gireva birçîbûnê. Piştî gireva birçîbûnê hemû girtiyên siyasî rastî cezayê dîsîplînê hatin. Girtiyên siyasî yên ne bi nivîskî û en jî bi devkî estûra parêziya wan hat dayîn, daxwaznameyên wan î îtitrazê jî nehatin qebûlkirin û ji bo her grtiyî 30 rojî cezayê “desterkirina hin çalakiyan” hat dayîn.
Li girtîgehê ji binpêkirinên mafan, herî zêde pirsgirêka tenduristiyê ye. Di çarçoveya qedexeya derketina derve ya Şirnexê û OHAL’a ku piştî hewldana derebya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin, tedawiya nexweşên ku nexweşiyên kronîk li wan peyda bûne nayên kirin. Girtiyên enxweşînên kronîk li wan peyda bûne, li gel nebirina nexweşxaneyê, wan dernaxin revîrê jî. Di rewşên lezgîn de jî, bêyî tesdîqa revîra saziyê wan nabin nexweşxaneyê. Di dawiya hefteyê de û piştî mesayiya rojê, di reşên qeyrana dilî û mudaxileyên lezgîn de jî girtiyan naşînin nexweşxaneyê û wan terkî mirinê dikin. Sewqên ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên kirin, pevçûnên li navenda bajêr wek hincet tên nîşandan û sewqan pêk nayînin. Pirsgirêka dayîna avê heye. Ava vexwarinê ya tê dayîn carinan reş diherike û ji ber kromkirina ava nayê kirin û bi kirêce, dibe sedam enxweşînan. Her wiha ava ku ji bo serşoyê tê dayîn jî, dibe sedam xurînê. Xwarinên ku rojane didin ne paqij in û di nav xwarinan de kêzik û perçeyên naylonan dertên. Îtiraz û serlêdanên di vê warî de jî bê encam dimînin.
ÇALAKIYÊN CIVAKÎ JÎ QEDEXE NE
Bi OHAL’Ê re li gel mexdûriyeta mirovên li derve, girtî û hukumxwar jî bi zext û zoriyên giran re rû bi rû ne. Qada jiyanî ya girtî û hukumxwarin hatiye tengkirin û her wiha ji çalakiyên civakî jî hatine mehrûmkirin. Çalakiyên wek werzîş, hobî û atolyeyî bi hinceta OHAL’ê hatin qedexekirin.
AMÛRÊN KIRTASIYEYÊ TÊN DESTESERKRIN
Pêdiviyên zarûrî yên girtî û hikumxwarin bi cih nayînin. Tê dîtin ku, amûrên li kantînê difiroşin xerabe û dîroka dawî ya bikaranînê derbas bûye. Hin malzemeyên ji kantînê hatine kirîn jî, di hin lêgerînenan de bi hinceta “qedexe” ne tên desteserkirin. Dîsa malzemeyên ji aliyê malbatan bi kargoyê tên aşndin jî bêyî hincet tên desteserkirin. Malzemeyên kirtasiyeyê yên hatine şandin bi hinceta li kirtasiyeyê ne nayên dayîn û dema sîparîş tê dayîn jî hinceta ne li kirtasiyeyê ne tê nîşan dan.
PIRTÛKA DÊ DAYÎN JÎ DÎSA TÊ GIRTIN
Ji roja ku qedexeya derketina derve dest pê kiriye heta niha, tu rojname nayê dayîn. Li dijî pirtûkên nivîskarên kurd ambargoyeke fiîlî heye. Pirtûkên Weşanxaneya Aramê di serîd e yên ji aliyê malbatan ve tên şandin tên desteserkirin. Pirtûkên ku berê hatibûn dayîn jî, di dema lêgerînê de dubare tên desteserkirin.
ASTENGIYA PÊWENDIYÊ
Ji roja ku qedexeya derketina derve dest pê kiriye heta niha, girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk nayinin û ji mafên xwe yî hevdîtina telefonê tên mehrûmkirin. Girtî û hukumxwarin nêzî 6 mehan hevdîtin pêk neanîn, 2 mehan mafên wan î hevdîtina telefonê hat astengkirin. Piştî pevçûnên li bajêr, malbatên ku hatin hevdîtina vekirî vê carê jî bi hinceta OHAL’ê hevdîtin bû 2 mehê carekê. Hevdîtinên bi rêya telefnê yên heftane dihatin kirin jî, bû 15 rojên carekê. Girtiyên siyasî yên li dijî van binpêkirinên mafan bid axwaznameyan îtiraz dikin jî, sirgûnê girtîgehên cuda tên kirin. Ji 14’ê adarê heta niha zêdeyî 150 girtiyên siyasî hatine sirgûnkirin. Hema bêje her heftê 10 girtî ji Girtîgeha Şirnexê sirgûnî yên herêma Behra reş tên kirin. Bi sirgûnan re ji aliyekî ve malbat tên cezakirin û ji aliyekî ve jîd ixwazin moral û motîvasyona yên hundur pê xera bikin.
Bi nêzîkbûyîna zivsitanê re girtiyên siyasî ji bo xwedîderketina li gelê Şirnexê bang li raya giştî dikin û wiha dibêjin: ‘Bi ruhê Kobaniyê em xwedî li Şirnexê derkevin.’”