ENQERE -Di 11'emîn rûniştina Doza JÎTEM'ê ya têkildarî kuştina 19 kesên di salên 90'î de bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin, dîsa tu briyar derneket.
11'emîn rûniştina doza têkildarî kuştina 19 kesên di salên 90'î de hatin qetilkirin û di raya giştî de wek Doza JÎTEM'ê ya Sereke tê zanîn, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.
Parêzerên mexdûran Yusuf Alataş, M.Celal Baykara, Sertaç Ekinci, M. Emin Aktar, Bulent Koca, Betul Vangolu Kozagaçli, A. Arman Akkuş û parêzerên bersûcên beşdarî dozê nebûn İbrahim Şahin, Korkut Eken, Mehmet Agar, Ziya Bandirmalioglu û Ercan Ersoy beşdarî dozê bûn.
Ji şahidan tenê Mudurê Emniyeta Enqereyê ê wê demê Orhan Taşanlar li eywana dadgehê amade bû. Şahidên din hemû bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûn.
‘MIN JI ÇAPEMENIYÊ BÛYER ŞOPANDIN'
Di rûniştinê de ewil Mudurê Emniyeta Enqereyê yê wê demê Orhan Taşanlar hat guhdarîkirin. Taşanlar, got têkildarî cinayetên hatin kirin tu agahî ji wî re nehatine û wî bi xwe jî bûyer ji çapemeniyê şopandiye.
Tanaşlar wiha parast: "Ji xwe têkiliya rewşên bi vî rengî, bi muduriyetên polîsan re tune ye."
Paşê bi riya SEGBÎSÊ ji şahidan Şenturk Demiral têkildarî cinayeta mirovê kar ê kurd Behcet Canturk de axivî.
Demiral wiha got: "Me di erebeya wî de xwe gihand telefona Behcet Canturk. Lê belê, têkidlarî kiryaran me tu agahî bi dest nexitin."
‘HAYÊ MIN JI BÛYERÊ TUNE YE'
Mumtazer Turkone yê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê hat girtin jî, ji Girtîgeha Sîlîvriyê wek şahid hat guhadrîkirin û got, têkildarî bûyerê ew nebûye şahidê tiştekî jî û wî tenê bûyer ji çapameniyê şopandiye.
Turkone, anî ziman ku ew wê demê şêwirmendê Tansu Çillerê bûye û parast ku, tê pêwendiya Çillerê bi bûyerê re tune ye.
Piştî îfadeya Turkone, parêzerên mexdûran daxwaza girtina bersûcan kir û li gel vê parêzerên mudafî jî xwest bi şertê venêrîna edlî biryara têkildarî bersûcan bê rakirin.
Heyeta dadgehê her du daxwaza jî red kirin û rûniştina dozê taloqî 5'ê Gulanê kir.