WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin, ji bo qulûbeya taksiyan pêşî destûr da, paşê got "esnaf gazinan dike" û biryara rûxandina wê da. Taksîvanan diyar kir ku, ew bac û pereyê îşgaliyeyê didin şaredariyê û li dijî vê rewşê bertek nîşan dan.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Rêya Armûşê ya navçeya nawendî ya Wanê hat kirin, vê carê jî berê xwe da rawestgehên taksiyan. Ekîpmanên girêdayî Gerînendetiya Zabiteyan ên li ser fermana Qeyûm Cemil Ozturk tevgeriyan, xwestin qulûbeya Rawestgeha Koşemê ya taksiyan ku hefteyek berê li ser Kolana Mereşê destûra çêkirina wê hatibû dayîn, bê rakirin. Li qulûbeya rawestgehê ya bi giştî 13 taksîvan 24 saetan xizmetê didin, ekîpmanan bi hinceta "welatî gazincan dikin" xwestin wê rakirin û gefa heke neyê rakirin ew ê bi vîncê rabikin li taksîvanan xwarin. Taksîvanan jî diyar kir ku lewhaya wan a bacê heye û ew pereyê îşgaliyeyê didin şaredariyê û li dijî vê rewşê bertek nîşan dan.
QEYÛM PÊŞÎ DESTÛR DA, PAŞÊ TALÎMATA 'RAKIN' DA
Zeydin Tarhan, diyar kir ku ew 40 sal e li bajêr taksîvaniyê dike û da zanîn ku, wan hefteyek berê serlêdan kiriye û destûra çêkirina qulûbeyê wergirtine û wiha bertek nîşan da: "Heta niha em li derve, li ber sermayê disekinîn. Piştî serlêdana me şaredarî hat pîvand û paşê destûra qulûbeyekê da. Niha jî dixwazin em vê qulûbeyê rabikin. Li vir em 13 esnaf in, her tim havîn û zivistanan em li derve disekinîn, îjar em ê niha çi bikin. Ruxsata me heye, lê tu kesê bi me re eleqedar bibe tune ye. Em li holê man. Li Stenbolê berf bariya ji bo kûçikan hêwirgeh çêkirin, em li vir 13 esnaf in çima me mexdûr dikin?"
’EM 24 SAETAN XIZMETÊ DIKIN'
Ji taksîvanan Mehmet Atacan, anî ziman ku havîn û zivistanan ew 24 saetan dixebitin û xizmetê dikin û wiha domand: "Li vir bi salan e em pereyê îşgaliyeyê didin şaredariyê. Em bacên xwe didin, pereyê îşgaliyeyê didin, qulûbeyên kesên cixareyan jî difiroşin hene. Em ji ber sermayê diqefilin, niha ji ber vê nexweşim. Em bi zor diaxivin. Şaredarî qulûbe çêkir, lê niha jî dixwaze xera bike. Çima radikin. Kes xwedî li me dernakeve."
‘QEYÛM GUHDARIYA DEWLEMENDAN DIKE'
Ji taksîvanên rawestgehê Adil Orhan ê 59 salî jî wiha axivî: "Qulûbeyeke me ya 2 metreyî heye, dixwazin wê jî birûxînin. Em bacê didin vê dewletê, em pereyê îşgaliyeyê didin vê şaredariyê çima dirûxînin? Pêşî destûr dan me, me jî ewqas mesref kir. Ji xwe bi zorê em li vir xwe germ dikin. Em tu derî dagir nakin û kesî jî nerihet nakin. Madem ne guncan bû, çima destûr dan û me ewqas mesref kir. Yên gilî dikin dewlemend in, li şaredariyê bihêz in, zilamên wan hene ji ber vê dixwazin me ji vir rakin."