Li heman girtîgehê dîsa îdiaya îşkenceyê

AMED - Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya ku her bi binpêkirina mafan di rojevê d eye, hat derpêşkirin ku girtî rastî lêgerîna tazî û îşkenceya gardiyanan tên.

Ji Girtîgeha Tîpa T a li Xarpêtê nû hat vekirin, her roj nûçeyên binpêkirina mafan tên. Li girtîgeha ku ji gelek girtîgehên herêm û Tirkiyeyê girtî sewqî wê tên kirin, ji roja ewil heta niha îdiayên îşkence, muameleya kirêt, çewisandin û ferzkirina ayektîpiyê li girtiyan tê kirin her di rojevê de ye. Herî dawî hat îdiakirin ku 10 girtiyên ji navçeyên Curnê Reş û Sêwregê yên Rihayê hatine sewqkirin, rastî îşkenceyê, muameleya kirêt û lêgerîna tazî hatine. Girtiyên bi navê Abdulhamit Orbay û İlhan Bengi yên bi riya telefonê bi malbatê xw ere hevdîtin çêkirin, pêkûtiyên li girtîgehê ragihandin.

LI GIRTIYAN FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ

Abdulhamit Orbay (55) ê 25 sal e di gelek girtîgehên Tirkiyeyê de maye û herî dawî 10 roj berê ji Girtîgeha Curnê Reş sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin, bi riya telefonê pêkûtiyên li girtîgehê ji birayê xwe Felemez Orbay re ragihand. Orbay, anî ziman ku sepandinên OHAL'ê û çewisandinên li ser girtiyan ji yên dema 12'ê Îlonê xerabtir bûne û got, piştî birayê wî û yên li gel wî birine Xarpêtê îşkence dest pê kiriye. Orbay wiha got: "Dema birayê min Abdulahmit û yên din anîne girtîgehê di roja ewil de ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdan û heqaretan hatine. Lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin, lê girtiyan ev qebûl nekiriye. Li ser vê gardiyanan bi darê zorê kincên wan qetandine û girtî tazî kirine."

'YA HÛN Ê WEK ME BIKIN AN JÎ...'

Orbay, ragihand ku gardiyanan gefên "Ya hûn ê wek me bikin an jî em ê vir li we heram bikin" xwarine û got, rêveberiya girtîgehê û gardiyan li girtiyan ferz kiriye ku bi kartên li ser "PKK rêxistina terorî ye" nivîsandî derkevin qadên hevpar, lê kesên ev qebûl nekirine hatine derbkirin. Orbay wiha axivî: "Birayê min 25 sal e di girtîgehê de ye. Sêrt, Dîlok, Amed, Îzmîr, Sêwreg, Curnê Reş û niha jî Xarpêt. Ev çewisandin ji yên berê xerabtir in. Sedema van çewisandinan hemû AKP û OHAL e. Bi salan teslîmiyet û binpêkirina vînê li me tê ferzkirin. Ji ber birayê min bi salan e vana qebûl nake rastî îşkenceyê tê."

‘ÎÇTIMAYA LEŞKERÎ TÊ FERZKIRIN'

Birayê İlhan Bengi, Mehmet Emin Bengi jî wiha got: "Birayê min got, 'li vir ewlehiya me tune ye.' Gardiyan bi darê zorê îçtimaya leşkerî li girtiyan ferz dikin. Dema nakin jî gardiyan li girtiyan dixin. Birayê min got, li hewadariyê jî di bin navê lêgerînê de bi zarê em tazî kirine. Birayê min 16 sal e di girtîgehê de ye, em van pêkanîna qebûl nakin. Çi hewce be em ê bikin. Em îşkenceyê qebûl nakin."

Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Cihat Demirkiran jî dest nîşan kir ku, bi OHAL'ê re li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî girtiyan binpêkirina mafan û çewisandin zêde bûne û got, tiştên li derve diqewimin, li girtîgehan xerabtir e. Demirkiran wiha axivî: "Dixwazin bi sirgûn, îşkence û çewisandinan girtiyan bitepisînin. Girtiyên li Behra Reş dişînin Sêrtê, yên Sêrtê dişînin Tekîrdagê û bi vî awayî dixwazin wan bitepisînin. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi awayekî zêde binpêkirinên mafan çêdibin. Di bin navê jimariyê de îşkenceyê li girtiyan dikin. Di têketinê de lêgerîna tazî, îşkence, di hudnur de jî pirtûkan nadin girtiyan. Ev sûcên însanî ne. Em vana qebûl nakin. Em ê şopdarê vê bin. Li Xarpêtê gardiyan, bi awayekî eşkere îşkenceyê li girtiyan dikin."

Demirkiran got ew ê têkildarî rewşa girtiyan serî li riyên huqûqî û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bidin.