Hevparên HDK'ê: Em ê mal bi mal kolan bi kolan "Na" vebêjin

STENBOL - Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan ku bi silogana "Ji bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar" deklerasyona "Na" ya referandumê aşkere kirin, diyar kirin ku ji bo ew "Na" li her derê bi rêxistin bikin dê kolan bi kolan, mal bi mal, li der derê bigerin û "Na" vebêjin. Hevparan anîn ziman ku ew dê kesên bê biryar jî ji bo "Na" îkna bikin.

Piştî pêşnûmeya guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn bi hevkariya AK Partî û MHP'ê di meclîsê re derbas bû, Serokomar Tayyip Erdogan di 10'e Sibatê de erê kir. Li bendê ye ku referandum di 16'ê Nîsanê de pêk bê. Xebatên referandumê beriya ku pêşnûma bê erêkirin dest pê kir. Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan ku bi silogana "Ji bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar" deklerasyona "Na" ya referandumê aşkere kirin. Pişti hevparên HDK'ê deklerasyon aşkere kirin û Serokomar ji bo referandumê pêşnûma erê kir, hevparên HDK'ê xebatên pêşerojê bi dîhaberê re parve kirin.

SYKP: EM DÊ JI ROJAVA HETA ROJHILAT SEDEMA DAXWAZA AŞTIYÊ VEBÊJIN

Ji hevparên HDK'ê Seroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji nûve Sosyalist (SYKP) Tulay Hatimogullari, anî ziman ku ji ber ew tiştê îro li ser vê axê pêş dikevin pir zelal dibînin dê bi awayekî pir zelal bêjin "Na" û wiha got: "Rejîmek faşîst Tirkiye birêve dibe. Serokê vê rejîmê jî AK Partî û Serokomar Recep Tayyip Erdogan heye. Dixwazin pergala rejîma yek mirov bînin îktîdarê. Ev dê pergala dijdemokratik a herî hişk ava bike. Ji ber vê yekê em neçarin bêjin "Na". Em demokratîkbûna Komarê dixwazin. Em komarek civakî u demokratîk dixwazin.

Em wekî jin jî dixwazin bi reng û cilên xwe bi fikrên xwe dakevin kolanan. Em bi pergala ku ji me dixwaze em çend zarokan bînin re rû bi rû ne. Em destûrê nadin vê yekê. Ji bo em ji komkujiya li Kurdistanê re bêjin "Bese" divê em ji pergala AKP û Qesrê re bêjin "Na". Em dê derî bi derî, kolan bi kolan bigerin û ji bo "Na" her kesî îkna bikin. Ji bo jiyanek di nava şekîti, wekhevî, edalet û azadiyê de ji bo jiyanek di nava aştiyê de em bi rêxistin bikin em dê "Na" li her derê vebêjin.

PARTIYA ŞOREŞGER: EM DÊ LI MAL Û FABRÎQEYAN 'NA' VEBÊJIN

Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu jî anî ziman ku wekî partiya Şoreşer dê li dijî pêkanînên dijdemokratîk ên AKP'ê mal bi mal, kolan bi kolan, fabrîqe bi fabrîqe li her derê bigerin û sedema "Na" vebêjin. Golu, anî ziman ku bi komkujiya Pirsûsê pêvajoyekê dest pê kir û îro bi OHAL û KHK'ê berdewam dike û wiha got: "Ev pêvoja AKP çi kiriye û dê çi bike nişanî me dide. Ger ku di referandumê de "Erê" derkeve faşizmin dê bêtir serdest be. Ji ber vê yekê em dê li her derê sedema "Na" vebêjin. Ji bo mafê karkeran, ji bo azadiya jinê, ji bo pêşeroja gelê kurd û zarokan, ji bo hemû mafê gelan em dê bêjin "Na" û li her derê "Na" bi rêxistin bikin. Em wekî hevparên HDP, HDK û Partiya Şoreşger dê mal bi mal, kolan bi kolan û fabrîqe bi fabrîqe li her derê bigerin û çima "Na" vebêjin.

ESP: JI BO HER KES BÊJE NA EMÊ BIXEBITIN

Seroka Giştî ya Partiya Bindestan (ESP) Çiçek Otlu jî anî ziman ku AK Partiyê serkeftina 7'ê Hezîranê neverikand ev geşedan pêk hatin. Otlu, da zanîn ku AK Partî li dijî 3K yanî Kurd, Kizilbaş û Jinan şer dike û wiha got: "Ji ber ku ev 3 beş herî zêde kesên li Tirkiye aştiyê dixwazin in. Herî zêde edalet wekhevî û azadiyê dixwazin. Gotina "Na" ji bo van kesan girîng e. Di vê pêvajoyê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Hevşaredar hatingirtin. Gelek sedemên "Na" hene. Wekî jin, em ji bo aştî, wekhevî û azadiyê dibêjin "Na". Em bawer dikin ku dê ji sedî 70 bêjin Na. Her kesek li gorî wan "Na" (Xêre wan heye) Niha AKP dixwaze wekî 'HDP û FETO civakê bike du perçe. Em ji bo "Na" dixebitin. "Na" ji bo welat xêrê tîne. Ermenî, Laz, Çerkez, û Kurd jiyanek wan a hevpar û hevbeş heye. Li pey her zivistanekê baharek heye. Dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê bibe roja "Na" û roja Xêrê.

PARTIYA ÇEP A KESK: EM DÊ BIÇIN KESÊN BÊ BIRYAR ZELAL BIKIN

Heberdevka Partiya Çep a Kesk, Eylem Tuncaelli jî anî zimam ku ew ji bo aştiyê û mafê jiyanê biparêzin dê bêjin "Na" û wiha got: "Em dixwazin qanûna 12'ê Îlonê ji kok ve bê guhertin. Lê em naxwazin guhertina qanûnê partiyekê bike otorîter û pergala yek Zilamî biparêze. Em li dijî erka di destê yek zilamî de kom bibe dibêjin "Na". Bi taybetî em dê biçin hemû kesên bê biryar û aqilê wan tev li hev bûye. Em dê hemû kesên bê biryar ji bo bêjin "Na" bi rêxistin bikin."