ŞIRNEX - Şirnexiyên ku di qedexeya derve de di konan de man û niha jî ji ber xaniyên wan hatine xirakirin nikarin vegerin bajar diyar kirin ku ew ê di referandumê de bêjin "Na".
Welatiyên ku di dema qedexeya ku li Şirnexê hat îlankirin û 246 rojan berdewam kir de mecbûr man bajar biterikînin, 8 mehan li derdora bajar di konan de jiyana xwe domandin. Konên welatiyan beriya qedexe rabe ji aliyê polîsan ve hatin xirakirin, gelek kesên vegeriyan bajar li şûna malên xwe bi xirabeyan re rû bi rû bûn. Welatiyên ku ji bo axa xwe terknekin li gunê Mila Şantiyê ya 10 km durî bajare bi cih bûn ji nû ve malên xwe ava dikin. Welatiyên ku AK Partî û Serokomar Recep Tayîp Erdogan ji xirakirina malên xwe berpirsyar dibinin diyar kirin ku ew ê di referandumê de dengê ‘Na’ bikar bînin.
Welatiyê bi navê Reşît Gungel ku li taxa Bahçelîevlera Şirnexê dirûne û bi qedexeyan re li gundê Bilmadê bicih bûye da zanîn ku ji bebombeyên dihatin avêtin koçî herêma Afat Evleriyê kirine ji wir jî çûne herêma Besta. Gungel, anî ziman ku ji ber operasyonên li herêmê û hatine zivistanê wan bere xwe daye gundê Îkîzce, li wir dest bi çêkirina xaniyan kirine û wiha got: “Me bi alîkariya şaredariyê xaniyê xwe çêkir.”
‘EM JI SEROKATIYA ERDOGAN RE DIBÊJIN NA’
Gungel, diyar kir ku dema ji Besta vegeriyaye pezê xwe firotiye ji ber wê bêkar maye û wiha pêde çû: “Ji bo referandumê jî heta niha me çi gotibe em ê dîsan wê bêjin. Em ê paşde gav neavêjin. Gelê Şirnexê gelek zehmetî kişandin hêjî girtin didomin û gefan li me dixwin. Her roj leşker bi ser vî gundî de digirin. Ji ber van sedeman em ji serokatiya Erdogan re dibêjin ‘Na’. Divê hemû kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wiha deng bi kar bîne.”
Welatiyê bi navê Îbrahîm Caferî ku zarokek xwe li Rojava di şerê li dijî DAIŞ’ê de û yek jî li Şirnexê winda kiriye û di dema qedexeyan de mecbûr maye ku çar caran koç bike.
‘EW KESEKE EM 70 MILYON’
Caferî bi lêv kir ku wan jiyanek xwe ne dîtiye, ev 40 sale din ava şer û zilmê de dijîn û wiha domand: “Hemû welatiyên Tirkiyeyê kurd, çerkez, tirk û ereb dest bidin hev û bi hevre di referandumê de dengê ‘Na’ bikar bînin. Ew keseke lê 70 milyon kes li tirkiyeyê dijîn. Bila kesek jiyana xwe nexe deste zilamekî. Hûn rewş û tiştên li Şirnexê hatin jiyîn dizanin. Ger kesek dibêje ez kurd im û denge ‘Erê’ bi kar bîne ev tê wê wateyê ku wî kurdewariya xwe winda kiriye. Ger di sindoqan de ‘Na’ derkeve dê azadî, aştî û yekitî bê welat. Ger denge ‘Erê’ derkeve û kesek biçe li ser masaya qiraltiyê rûne dê Tirkiye din ava zilmê de bijî. Dê ji wir û pêde li Tirkiyeyê başî tune be û dê hilbijartin jî bên rakirin. Em ji gelê xwe bawer dikin ji ber wê em dizanin ku dê denge ‘Na’ ji sindoqan derkeve.”
‘EM SÊ MALBAT BI HEV RE DIJÎN’
Jina bi navê Husna Gungel ku di 1990î de ji ber gundê wan hat şewitandin koçî Şirnexê kirin da xuyakirin ku bi têkoşînek mezin wan bajarê xwe avakiribû lê di dema qedexeyan de bajar ji aliyê dewletê ve hatiye xirakirin û wiha got: “Li Şirnexê hemû mal xirakirine tenê çend avahî mane. Dema qedexe destpêkir ez ji bo emelyat bibim li Dîlokê bûm lê hemû malbata min li Şirnexê bû. Piştî qedexe destpêkir em derketin û di konan de man. Me gelek zehmetî kişandin lê li xeribiyê mayînê baştire. Em heta mirinê axa xwe bernadin. Bi alîkariyan me malek ava kir û em 3 malbat bi hev re dijîn. Em bi vî halê xwe jî keyfxweşin em axa xwe bernadin û naçin ser axa Tirkiyeyê.”
Gungel, destnîşan kir ku ew ê di referandumê ji bo Erdogan deng bi kar neyînin û wiha wiha axivî: “Me rûyê rast ê Erdogan dît. Em ê di rêya Erdogan de nemeşin. Divê gelê me wekî berê dîsan xwe birêxistin bikin. Ger Erdogan li serî bimîne dê li cîhanê kurd neminin. Ez bang li kurdên li hemû cihî dikim ku vê zilmê qebûl nekin. Em jî dixwazin jiyana xwe ava bikin. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn û xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Erdogan me dikuje û qetil dike. Em ê bêjin ‘Na’.”
Welatiyê bi navê Ahmet Katar jî diyar kir ku dema mirov deng bi kar tînin bila destê xwe deynin ser wijdana xwe, wiha deng bi kar bînin. Katar, anî ziman ku piştî şirnexî û kurdan ev qas tişt jiyan kirin divê denge ‘Na’ bikar bînin û di dema qedexeyan de bê kar maye û bi alîkariyan mala xwe avakiriye.
Dicle Müftüoğlu / Nedim Oruç - dihaber