Hîndekarê hat îxrackirin Kaptanoglu: Divê em tirsê bişkînin

ESKÎŞEHÎR - Psikiyatrist Prof. Dr. Cem Kaptanlogu ê bi KHK'e hat îxrackirin, diyar kir ku îktîdar di nava civakê de bi tirsê têgehê "baş" û "Xerab" tev li hev dike û wiha got: "Di nava piraniya civakê de bi tirsê û zorê "xerab" wekî tiştekî hewce ye dide qebûlkirin. Divê em vî ruhî ji ser xwe bavêjin û em vêtirsê bişkînin."

Hîndekarê Beşa Zanyariya Sereke ya Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê Psikiyatrîst Prof Dr. Cem Kaptanoglu ku bi KHK ya hêjmar 686'an hat îxrackirin têkildarî polîtîkayên îxracê û pêşketinên li Tirkiye ji dihaberê re axivî.

* Hûn der barê îxraca xwe de dê çi bêjin?

Ez li vir bi nasnameya xwe ya Akademisyenên Ji bo Aştiyê têm nasîn. Min îmze avêtiye bin deklerasyonê. Min îmez avêtiye gelek metnê aştiyê. Di sala 1989'an de yekem min der barê îşkenceyê de lêkolîn kir. Min li gel ÎHD'ê forumê lêkolînê xist girtîgehan. Min li ser bandora îşkence ya li ser ruh lêkolînkir. Ez li DGM'êya Enqereyê ji ber Endamtiya Lijneya Rûmetê ya Bilind a TBB'e hatim darizandin. Dema em li geşedanan dinerin tenê ez ji ber îmzeyê nehatim darizandin. Ez ji ber xeta xwe ya polîtik hatim îxrackirin. Ji ber ku ez li zanîngehê teslîm nebûm û min xeta xwe parast hatim îxrackirin.

* Çima ev danezan mezin kirin û kirin hedef?

Berê jî min gelek danezan îmze kir. Lê ev danezan ji ber ku bi navê "Em nabin şirîkê vî sûcî" hat îmzekirin bû. Ji ber ku yên îmze avêtin vê danezanê ne tenê ji ber "Aştî" xwestin, di heman demê de ji ber ku nirxên gerdûnî jî xewestin û parastin hat mezinkirin. Kesên ku îmze avêtin vê deklerasyonê kesên gerdûnî û azadîparêz bûn. Mirovên bêjin "Ez aştiyê dixwazim" , di heman demê de wekhevî parastin. Ji ber vê yekê îktîdar aciz kir. Ji bo kesên nirxên gerdûnî diparêzin ji zanîngehê dûr bixin û zanîngehan li gorî xwe bi teşe bikin doz vekirin û îxrac kirin. Xwestin kesên ku îmze nekirine û vê îmzeyê diparêzin jî bêdeng bikin. Bi vê tirsê hemû zanîngeh bi dest xistin. Li Almanyayê jî ji bo civaka alman kontrol bike pêdivî bi cuhîyan hebû. Bivê yekê tirs ava kirin.

* Beriya 7'ê Hezîrana 2015'an û niha hûn çawa şirove dikin

Ger ku civaka 7'ê Hezîranê herikîn û meşa xwe ya xwezayî berdewam kiribûya dê vê mezintir kiribûya. Di 7'ê Hezîranê de meşa xwezayî ya civakê derket holê. Bertekek mezin derket holê. Di vê pêvajoyê de hest û fikra ku dizî, şer, kuştin, sûc e û divê bi şiklekî bê darizandin derket holê. Xwestin rê lie pêş "ya xerab" bigirin. Ji ber vê yekê 7'ê Hezîranê îktidard tirsand. Ditin ku îktidara mutlak ne pêkan e. Ji ber vê yekê armanc kirin ku di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarêde tiştekî bikin. Mixabin pêvajoyek pir bi xwîn derbas bû. Ji ber tirsa zêde meşa xwezayî ya civakê çilmisî. Tev kirin kerî. Kirin wekî keriyê ku gur têkeve nav tev hatiye tirsandin û teriqîye. Keriya ku tirsiya be bi hêzani tê arastekirin.

* Li ser rewşa civakê ya "tirsiyaye' nêzîkatî gelo tiştekî mayînde ye?

Na, ev ne pêkan e. Ji ber ku dijminekî divê her tim tehdîd bike hebe. Niha heye û qala dijminan dikin. Gel hûn bala xwe bidin îxtidar bi riya çapemeniyê her tim gotina "Çima 'Erê' ji bo xilaskirina terorê, ji ber ku her aliyên me bi dijminan re hatiye dorpêçkirin, ji bo em ji vî rewşê derkevin ji ber ku pirsgerêka me ya mayîndetiyê heye" bi kar tîne. Ango pirsgirêka hebûnê. Ji bo hebûnê yên ku têdikoşin kerî ne, ango jiyanekî sewalkarane ye hebûn. Ji bo bijî tu dê têbikoşî Ji vî yekê wêdetir tiştekî nikarî bixwazî. Îro civak anîne vî noqteyê. Di esasê xwe de xizaniyetî mezin heye. Çi heyf e ku heta pêvajoya referandûmê ev yek dê wisa bê bedrdewamkirin, fikarên me yên wisa hene.

* Hewldana îxtidarê ya li şûna ku "Erê" vebêje "li ser xirabûra 'Na' yê" kampanyayê dide meşandin dîsa yên ku dibêjin "Na" wekî "terorîst" îlan dike. Ev yek gelo li ser polîtîka "dijmin" a ku hûn qalê dikin tê meşandin?

Îxtidar di zemînê dijminatiyê de li ragaşî û pevçûnên civakî dinêre. Li ser "Na" çiqas xirab e propaganda tê kirin. "Dixwaze "Na" û "terorê" bike yek. Ev îluzyon e. Xetereya propagandaya wan a bi vî rengî ew e ku ger hûn li ser vê propagadayê bikin bi bûyera terorê bûyerên di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de tirsandina mirovan dibe bê rojevê. Ji ber gotin tenê bandorê li mirovan nake. Ev fikarekî pir girîng e.

* Der barê encama referandûmê de pêşdîtina we çi ye?

Referamdûm wekî ku dengên mirovan ên "Na" yan jî "Erê" ji sandiqo derketiye bi awayekî adil jimartina wan nîne. Beriya referandûmê jî heye. Ji bo ku referandûm meylên civakê derxîne divê civak çi di referandûmê de tê dengdayîn agahdar be. Li Tirkiyeyê ji bo vê yekê gelek astengî hene. Mînak hûn ajansekî nûçeyan in û di şertên çawa de dixebitin, çi we sînor dike. Çapemenî di bin sansurekî mezin de ye. Ji bo xwe bigihînin agahiyan astengiyekî mezin e. Zemînekî ku "Erê" yan jî "Na" bê nîqaşkirin tuneye. Di vî rewşekî de tiştekî baş nepêkan e ku derkeve. Ji rakirina KDV'ê heta ji bo pîran mehane dayîn ji bo manuplekirina civakê ye ji bo vê yekê gelek derfet hene. Di sandiqan de jimartinekî adil bê kirin jî ji ber tiştên beriya referandûmê em dibînin ku encamekî adil dernakeve.

* Hûn ji encamê zêdetir pêvajoyê difikirin...

Dema ku hûn li rawestgehê li benda otobusê bin, dema siwar dibin jî li gorî hîn rêgezan tevdigerin, dema peya dibin jî li gorî heman rêgezan tevdigerin. Em hevgiriya vê derê bibin cihên din jî, bibin parlamentoyê. Guhertina qanûna bingehîn tê dengdan, televîzyona ku gel vî nîqaşê temaşe bike tê girtin. Ev di psîkanalîzê de, di tenduristiya ruh a mirov de gelek girîng e. Zelalbûna cewherî têkîliya we ya li vir gelek girîng e, cewherî têkîliyên we yên demî nêzî tiştên ku hûn rojane dijîn e, di warê cewherî de wisa ye. Hûn li parlamentoyê ji bo encamê bigirin kanalê digirin, dîsa li parlamentoyê şîdetê bi kar tînin, li cihê ku divê dengên ku veşarî bê bikaranîn bi zorê dixwazin dengê vekirî bidin. Ev helwesta vê derê nepêkan e di sandiqa referandûmê de dernekeve. Ez wekî kesekî bi psîkanalîzê eleqad dibe vî encama neyînî derdixim. Mînak dema ku mirov li helwesta îxtidarê dinêre ji bo manuplasyonên bi vî rengî vekiriye. Wekî welatiyekî ji vî ditirsim.

* Hûn ji bo nîqaşên rejîm diguhere/naguhere çi dibêjin?

Rejîm bi awayekî fiîlî guherî. Ger ku hûn rejîmekî pênase dikin ev li gotî tiştên li ser kaxizan hatiye nivîsandin nayê kirin. Divê herikîna vê derê bipîvin, bibînin û bizanibin. Çemê me derveyî riya ku hatiye xêzkirin diherike. Rêveberiya ku rewşa hiqûqê ya berê paşguh kir di çarçoveya sîstema serokomarî ya bi vî rengî gelo dê çerçoveya sîstemê çawa qûl bike. Ev mijarekî girîng e. Gelo tenê dê bi 18 madeyan bimîne? Ev made bi awayekî fiîlî dê çawa me bi rêve bibe.

* Tirkiye piştî “pêvajoya çareseriyê” ket pêvajoyel giran. Hilweşandina bajaran, zêdebûna şîdetê, bombeyên diteqin, darbeyên leşlerî û sivîl û OHAL… wekî zanyarê mijarê hûn derûniya civakê çawa dikarin şîrove bikin?

Di nava civakê de bendbendî û cudabûn tiştên xwezayî ne ev hinek caran civakê dike du beş. Ji ber ku di nava civakê de têkoşîna çînî, şer û gumanbarê hene. Ev jî dînamîkên bingehîn ên civakê ne. Civak dibin beş. Ji xwe rejîmên ku dixwazin civakê ji cudabûnê biparêzin totaliterin. Tene riyên ku cudabûnê vedibêjin vekirî bin. Yanî siyaset. Ger cudabûna civakê bi çekan tê jiyîn ev şerê navxweyî ye. Lê ger cudabûna civakê bi müzakere, nîqaş û parlamentoyê bê jiyîn ev xwezayî ye. Li Tirkiyeyê tiştên nebaş çêdibin. Xwîn, mirin dizî… nelirêtî jî di asta herî jor de ye. Ji bo rojnamegerên di hundir de ne welatê herî xirabe. Azadiya mirovan bi KHK’yekê ji destê wan digirin. Hinek aliyên civakê dibêjin xirabin. Lê hinek jî dibêjin “ev başin divê bên kirin”. Niha cudabûn mümküne? Divê em gel hev bin nêrînên me cuda ne. Cudahiya di nava bera baş û xirabiyê de küre.

* Cudahiyên kûr hene…

Tişta herî xwezayî ye ku bêyî dewlet mirovekî bi çek bikuje û birîndar bike bigire. Bi taybet ger te ev mirov di jêrzemînekê de asê kiribin tu dikarî bêyî wan bikujî bigirî. Ger ev nayê kirin û ew mirov li wir tên kuştin dê hemû mirovên ku xwedî wijdanin bûyî ku cudahiyê bixe nav dê bêje “ev tiştekî nebaşe.” Dê bibêje “çi kiribe bila kiribe tu çawa bêyî dadgeh bikî înfaz dikî.” Aliyekê civakê wiha got. Aliyê din jî got “ev kar wiha dibe” ligel şaşiyan jî hinek kesan piştgirî da. Em nikarin li aliyê van kesên piştgirî dane bisekinin. Em nikarin ji ber kesên piştgirî dane kesên ev nebaşî kirine bêjin civak xirabe. Em aliyê civakê yê baş û bitendirûs di 7’ê Hezîranê de dît.

* Hûn halê kesên ku rastî û şaştiya ji hev cûda dike, rastiyan dibine lê ji nedîtî ve tê çawa dikarin şîrove bikin?

Di derûniyê de em ji vê re dibêjin înkarkirin. Ger ew tişta me dîtiye nasnameya me dihejîne, piştî hat gotin ku wiha ye ger mirov nikare li wir bimîne mekanizmaya parastinê ya em bikartînin înkarkirine. Di felsefeye de navê vê sînîmîz e. Sînîk wiha dibêje: “Dizanim dizanim lê rewşek wiha jî heye.” li hemû Tirkiyeyê gotina bingehîn eve. “Temam dizanim, dizanim lê alternatîfa vê heye kesek din jî dikare vê bike?”

* Kî vê bikar tîne?
Kesên cudabûna nasnameyan dibinin, pêwîstî bi avakirina nasnameyk din dibine. Nikare vê nasnamey rizgar bike, di guhertina xwe ya li cîhanê nêrînê dezehmetiyan dikişine û dest bi înkarê dike. Kesên pir ditirsin înkar dikin. Ligel her komekê tiştekê dibine ger ji qatil re nebêje qatil, ji diz re nebêje diz, feydeyek wî li wir heye. tiştekî em ji wan re bêjin tune ye ji berk u komek biçûke. Komên girîng ên newêrekin û konêm ku dê belavbûna nasnameyê bijîne. Di nava vê pêvajoyê de dê ev kom krîza nasname bijîn. Îro têkoşîna di navbera alîgirinên Davutoglu û Erdogan nîşaneya derizîna vê nasnameyê ye.

* Divê çi bê kirin?

Hedefa me ya bingehîn kesên ditirsine. Divê bi riyekê tirsa wan bê şikandin. Ji bo vê divê em jî bihêz bin û baweriyê bidin wan.

Denîz Nazlim / Nametullah Başar - dîhaber