Yuksek: Ocalan dikare vê rêveçûnê biguherîne

WAN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, di civîna taştê ya bi xebatkarên çapemeniyê ya Wanê de got: “Ger ku ev Qanûna Bingehîn bê guhertin, êdî tiştekî rewa namîne. Tenê Birêz Ocalan dikare vê pêvajo û rêveçûnê biguherîne."


Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, li Wanê di civîna taştê de bi xebatkarên çapemeniyêre hat cem hev. Yuksek, di civîna bi taştê de pirsên rojnamegeran bersivand. Yuksek, bal kişand ser zextên li ser partiya xwe û hevşaredarên girtî.

Yuksek, anî ziman ku li hemû cîhanê hemû şer bi aştiyê bi dawî bûne û wiha got: “Tu carî şer xizmeta mirovan nekiriye. Ya girîng ewe ku mirov karibe rewşa hemû mirov bi hevre bijîn ava bike. Armanca me em şerê li vî welatî bi dawî bikin û aştiyê pêş bixin. Li Wanê Hevşaredar Bekir Kaya ku bi piraniya dengê gel bû şaredar, îro çima ne li virin. Gelo van mirovan li hemberî civakî kijan sûc kirin? Her ku em tên girtin û em tên berdan em dîsa di aştiyê de israr dikin. Em her dem dixwazin li vî welatî aştî pêş bikeve"

‘BI SALAN E REWATIYA QANÛNÊ TUNE YE'

Yuksek, anî ziman ku niha rewşa edalet û azadiyê li Tirkiye tune û wiha berdewam kir: "Niha kampanya li ser milekî dimeşe heye. Hikûmet bi serê xwe propaganda daye destpêkirin. Ger ku ev qanûn bê guhertin dê tiştekî rewa nemîne.

Yuksek, bal kişand zer zextên li ser çapemeniyê jî û wiha got: "Em zextên li ser we dizanin. Em hevî dikin ku dê çapemenî hêz bistîne û van rastiyan binivîse. "

‘YÊ PÊVAJOYÊ RAST BIKE OCALAN E'

Yuksek, bal kişand ser pirsa daxwaza Heyeta Ewropa ku destûr ji Wezareta Dadê xwestiye û xwestiye bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike wiha got: "Wisa xuya dike ku hikûmet zor destûr dide vê hevdîtinê. Lê ger ku destûr bê dayîn kesê ku vê pêvajoyê rast bike û ber bi çareseriyê ve bibe Birêz Ocalan e."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan jî anî ziman ku hemû şaredariyên wan ên bajar û navçeyên Wanê tev bûne mîna qereqolan û wiha got: "Niha dibêjin deynê şaredariyan heye. Teqez tiştekî wisa tune ye."