AMED- ÎHD û xizmên windaya vê hefteya aqûbeta Yusuf Tunç ê ku di 9'ê Sibata 1994'an de ji gundê Kengerlî ya Qoserê hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat wergirtin pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan vê hefteyê çalakiya xwe ya 418'emîn bi slogona "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xistin û aqûbeta kesên hatine windakirin pirsîn. Çalakiya ku her hefte li Parka Koşuyolu li ber Abîdeya Mafê Jiyanê dihat lidarixsitn vê hefteyê jî ji ber Rewşa Awarte (OHAL) li ÎHD'ê hat lidarxistin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku di referandûma ku hemû kesan eleqedar dike nêzîk dibe de muxalîf nikarin gavên xwe bavêjin derve. Bîlîcî da zanîn ku mirov nikarin bi awayekî azad fikrên xwe bînin ser ziman û banga rakirina OHAL'ê û serbestberdana girtiyên siyasî kir.
'BI ZORÎ BIRINE'
Piştre ji Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan diyar kir ku çîroka windakirina Yusuf Tunç ê ku ji gundê Kengerlî yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê kesên bi rûpoş hate girtin û piştre jê agahî nehat wergirtin parve kir.
Orhan wiha got: "Di 09'ê Sibata 1994'an de li ber mala Yusuf Tunç wesayîtekî zer û spî sekinî. Li vir li malê birayê wî Abdurrahman Tunç hebû. Abdurrahman Tunç bi felc bû û nedikarî bimeşe, Kesên bi çek û bi rûpoş ji wesayîtan peya bûn. Piştî li hemû malê lêgerîn kirin kontrola nasnameyan kirin û hewl dan ku Yusuf Tunç bi zorê bibin. Yusuf Tunç ê hate ber wesayîtê dema ku kesên li hundirê wesayîtê dît qîr kir û alîkarî xwest, piştî demeke kurt be jî ji destên wan xilas bû. Lê koma bi rûpoş a hate malê derveya malê gulebaran kirin û bi gotina 'an tu dê bi me re werî yan jî em ê bombe bavêjin malê û zarokên te bikujin' gea kuştinê li Yusuf Tunç xwarin. Piştre bi zorê Tunç li wesayîtê siwar kirin û ji wir çûn. Abdurrahman Tunç jî birîndar bû. Piştî vê rojê heta niha ji Yusuf Tunç tu agahî nehatiye wergirtin. Beriya ku Tunç bê windakirin jî leşkerên gund dorpêç kirin, piştî ku hate windakirin ji wir çûn êdî nehatin. Malbata Tunç gelek caran dema lêgerîna aqûbeta Tunç hatin tehdîdkirin û mecbûr man gundê xwe biterikînin. Li ser vê mecbûr man gund biterikînin û di 2004'an de ancax vegeriyan gundê xwe."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.