Hevserokê SES’ê hat berdan

ENQERE -Hevserokê SES’ê hat berdan

Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Xizmeta Tendirûstî û Civakî ya Kedkaran (SES) Îbrahîm Kara û rêvebirên wê Husnu Yildirim û Fîkret Çalagan hatin berdan. Daxuyaniya ku xwestin li Kolana Sakaryayê li dijî OHAL’ê bidin ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin û dema kedkarên sendîkayê belav dibûn polîsan rêvebirên SES’ê binçavkiribûn. Rêvebirên sendîkayê duh di saetên şevê de hatin berdan.