TMMOB'ê banga 'Na'yê li endamê xwe kir

ENQERE - TMMOB'ê di civîna 2'yemîn a Lijneya Şêwirinê ya Serdema 44'an de bi yek dengî helwesta "Na" xist bin biryarê û ji hemû endamê xwe xwest ku "Na" bikar bînin.

Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) di civîna II'emîn a Lijneya Şêwirînê ya serdema 44'an de geşedanên pevajoya referandumê û Qanûna Bingehîn nirxand. Civîna TMMOB'ê li salona Odeya Endesyarên Înşaetê (ÎMO) a Enqereyê pêk hat. TMMOB'ê piştî civînê diyar kir ku ew dê di referanduma guhertina Qanûna Bingehîn de bêjin "Na". Li salona civînê dowîzên "Na" hatin rakirin û bê navber siloganên "Dê roj bê dewir bizivîre AKP hesab bide gel" berz kirin. Li ser navê TMMOB'ê Serokê Giştî Emin Koramaz, axivî û diyar kir ku ew dê bêjin "Na"
Koramaz, anî ziman ku hemû çapemenî xistiye bin kontrola xwe û wiha got: "Di medya îktîdarê de kesên muxalif nikare dengê xwe derxe. Nikare daxwaz û rexneyên xwe bîne ziman. Hemû heqûqnas, sendîka û partîyên muxalif li derve hiştine. Ji bo hilbijartinek demokratîk û zelal divê her kes karibe azad fikrê xwe û bertekên xwe bînin ziman. Gev rewş dê bêtir civakê perçe bike. Divê li dijî perçekirin û cudakirinê em tev bêjin "Na" Hêj ji destpêkê de kesên dixwazin kesên dibêjin "Na" wekî kesên "Xaniyê welat" 'terorist' bi nav bikin. "

Korkmaz, anî ziman ku wekî erk û peywira civakî û cemaweriyê dê bêjin "Na" bi yek dengî ev nerîn kirine biryar.

Korkmaz, anî ziman ku ew dê li dijî dijminantiya xweza, ked, dijberiya laikiyê, bêjin "Na" "û wiha berdewam kir: "Ji bo Komarek demokratîk û serbixwe, li dijî hemû darbeyan, ji bo parlamentera demokratîk, xurkirina venêrtiyê, ji bo wekhevî, azadî, aştî û demokratîkbûna hemû gelan em dibêjin na û bang li hemû endamên xwe dikin ku bêjin "Na"