NAVENDA NÛÇEYAN- Di operasyonên binçavkirin û girtinan de hevserokên HDP û DBP'ê yên Geverê jî di nav de 5 kes hatin girtin, Mêrsînê di serdegirtinên malan de 20 kes hatin binçavkirin, hevmara kesên hatin binçavkirin derket 45 kesan. Li Amedê jî zarokek hate binçavkirin.
LI COLEMÊRG 5 KES HATIN GIRTIN
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Hevserokê HDP'ê Fîkret Tûrgut, Hevserokê DBP'ê Ercan Sevmez, Rêveberê HDP'ê Aydin Koç, Mele Îsa Bor û welatiyê bi navê Şahabetîn Sirma yên ku sergirtina malê de hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan yê li emnîyet û dozgeriyê hatin girtin. 5 kesên ku bi idiaya "Alikarî dane rêxistinê" hatin girtin şandin Girtîgeha Colemêrgê.
Her wiha Hevseroka HDP'ê Nurcan Yaşar û Hevserokê DBP'ê yê Bajêrgehê Mehmet Çapraz û welatiya bi navê Behiye Bakî yên ku 8'ê tebaxê hatin binçavkirin Yaşar û Çapraz piştî îfadeyên li emnîyet û dozgeriyê hatin berdan, Bakî jî bi idiaya "Endama Rêxistinê" hat girtin.
HEJMARA KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN BU 45
Li navçeyên Akdenîz, Mezîtlî, Tarsus, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mêrsînê bi ser gelek malan de hatin girtin. Di serdegirtinan de keyayên taxan, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm hatibû tayînkirin jî hene 20 kes hatin binçavkirin. 20 kesên hatin binçavkirin hate hînbûn ku birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê. Ji 2'yê sibatê heta niha hejmara kesên ku hatin binçavkirin bû 45.
Navên kesên ku hatin binçavkirin ev in: Rêveberê HDP'ê yê berê Serhat Elçîçek, Elîf Efeturk, Mele Hîdayet Aksu, Mele Haci Hasan Çelîk, Mele Mehmet Zekî Etîz, Hevserokê GOÇ-DER'ê ya Akdenîzê yê bi KHK'ê ve hat girtin Reşat Aşan, Abdullah Çapar, Midûrê Park û Baxçeyan a Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm hat tayînkirin. Kamîl Ozdemîr, Şevkî Poyraz, Mehmet Bîtkîn, Selîm Tomak, Ferhat Durduran, Nurettîn Altin, Huseyîn Eren, Mehmet Kîndar Sayin, Hatîce Demîrkiran, Bariş Çoban, Îbrahîm Halîl Kozul, Mazlum Kaya, Ozcan Uzunyol, Haci Yilmaz, Keyayê Taxa Mevlana Nîmetullah Yuksekbag, Mahmut Înce, ÎbrahÎm Ulusal, Taner Îpek, Mucahît Yerler, Bariş Botan Abîş, Halîl Nas, Huseyin Naz, Yilmaz Demîr, Sedat Keleş, Vedat Înan, Vedat Yavuz, rojnamger Dîren Keser, Hevserokê HDP'ê yê Mezîtliyê Mehmet Aslan, Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê yê DBP'î Faîk Eroglu, Hevseroka YAKAYDER'ê ya bi KHK'ê ve hate girtin Emîne Eren, Dogan Peker, Mehdî Tutmaz, Yakup Çaglar, Hevserokê Devrîmcî Partî yê Akdenîzê Ezgî Alemdar, Nîhat Pehlîvanoglu, Aytaç Bîrgul, Emre Kekeç û ji endamên MEDÎDER'ê ya bi KHK'ê ve hate girtin Mele Kazim Çelîk.
LI AMEDÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Peyasê ya Amedê serê sibehê di serdegirtina maleke de kesekî bi navê Cotkar Amara Yurek ê 16 salî hat binçavkirin. Polîsên ku mal belav kirin ji malê kompiturek, kaseyekî kompiturê, 2 flaş, nivîsên ji girtîgehê hatine nivîsandin û gelek CD desteser kirin.
Yurek ê der barê wî de gilî heye hate binçavkirin berê jî bi heman hincetê hatibû binçavkirin, piştî ku 8 rojan di bin çavan de mabû hatibû berdan.