ÎZMÎR - ÎHD a ÎZmîrê daxuyand ku li girtîgehan rûmeta mirovan hatiye binpêkirin û xwest girtiyê nexweş ê bi navê Yilmaz Suncak ê 25 sal in di girtîgehê de ye bê berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş vê hefteyê jî li ber Sumer Banka Kevn a Konalê çalakî dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc" " Ji bo girtiyên nexweş Tiba Edlî bûye îdam, înfaz" hate veekirin. Xizmên girtiyê nexweş Yilmaz Suncak û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
25 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE
Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek axivî xwest li girtîgehan şertên li gotî rûmeta mirovan pêk bê û bal kişand li ser şertên Rêveberiya Awarte.
Çîçek bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Yilmaz Suncak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Şakranê dimîne û wiha got: "Yilmaz Suncak ji 1993'an di meha çileyê de bi hinceta endamê rêxistinê ye hat girtin, 50 rojan di bin çavan de maye, îşkenceyên giran dîtiye û piştre jî hatiye girtin û şandine Girtîgeha Mêrdînê. Suncak ê cezaya muebetê girtiye 25 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber pençeşêra troîdê divê 6 mehan careke bibin kontrolê lê ligel ku randewuya wî heye jî wî nabin. Dîsa li stûyê wî fitiq û di madê wî de jî kul heye. Ev ne tenê li ser Yilmaz li ser hemû girtiyan pêk tê. Di şexsê Yilmaz Suncak de divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."