STENBOL - Platforma Komeleyên Rojhilatê Başûr û Rojhilat bi nêzî 400 komeleyên herêmî re hatin cem hev û ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd komîsyon ava kirin.
Platforma Komeleyên Rojhilatê Başûr, ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd û xebatên referandumê bi 400 komeleyên herême re hatin cem hev û komîsyonek ava kir. Civîn li Vakfa Akel a Yenibosna ya Stenbolê pêk hat. Di civînê de serokê gelek komeleyên herême amade bûn. Di civinê de pêşniyar û rexneyên li hemberî partiyê kurdan hatin ziman. Di niqaşan de hat diyarkirin ku di dîrokê de ji ber ku gelê kurd nebûye yek winda kiriye û xwest ji niha û şûnde gelê kurd hemû hêza xwe bike yek. Nûnerên komeleyan diyar kirin ku wekî komeleyan gelek rol û rist dikeve ser milê wan û amade ne ku erk û rola xwe pêk bînin. Di niqaşên civivînê de helwesta di referandumê de gotina "Na" derket pêş.
'DIVÊ JI BO YEKÎTİYÊ KOMÎSYON BÊN AVAKIRIN'
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Rojhilatê Başûr, Abdulhekim Daş, diyar kir ku wan hemû komeleyan helwesta xwe ya ji bo yekîtiyê diyar kir û wiha got: "Ev ji bo me gelek girîng û watedar e. Em nabêjin hemû kurdan di hawizekî de bikin yek û bihilînin. Em li yekîtiya gelê Kurdistanê ne. Ji bo yekîtî pêk bê wekî komeleyên herêmê pêdivî bi avakirina komisyonekê heye. Ev komîsyona hat avakirin dê bi partiyên siyasî yên kurdan re hevdîtin bikin. Ji bo yekîtiyê xebat divê. Peyvira bingehîn a vê komîsyonê avakirina yekîtiyê ye. Divê komîsyon bê alî tev bigere. Emê bi partiyên kurdan re hevdîtin bikin û aliyên wan ên hevpar bînin cem hev."
Daş, bal kişand ser referandumê jî û anî ziman ku helwesta wan a hevpar di ferandumê de "Na" ye û dê hemû komele dakevin qadan û xebatê bimeşînin.
Piştî axaftinan li ser pêşniyaran Komisyona Yekîtiya Neteweyî hat avakirin.