STENBOL - Ji bo Ked û Demokrasiyê Yekîtiya Hêzê, deklerasyona bi silogana “Bêje Na bila her kes qezenç bike" bi raya giştî re parve kir. Yekîtiyê diyar kir ku dê hemû bi hevre jibo pêşeroja Tirkiye bêjin "Na"
Ji bo Ked û Demokrasiyê Yekîtiya Hêzê, li Otela Taksim Hill'ê bi civîna çapemeniyê deklerasyona "Na" aşkere kir. Di civîna deklerasyonê de endam, rêveber û nûnerên DÎSK, KESK, TTB, HDP, EMEP, HDK, DBP, Malên Gel, ESP û gelek saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Pankarta Mezin a "Bêjin Na, bila her kes qezenç bike" vekirin. Deklerasyon ji aliyê Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose û Serokê Giştî yê TTB'ê Raşit Tukel ve hat xwendin.
Deklerasyon wiha ye:
Me li vî welatî bi awayeki xurt demokrasî parastiye. Em li dijî hemû darbeyan derketine. Em sazî, rêxistin û partiyên demokratîk ên ked û sivîl ên herî zêde ji van darbeyan mexdûr bûne ne. Em ji 7'ê Hezîranê heta niha bê navber rastî dardbeyan tên. AKP'ê hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê wekî lituf dît bi OHAL-KHK'yan hemû maf û azadiyên bingehin ji holê rakirin. Zêdeyî sed hezar kedkarên cewameriye ji kar hatin avêtin. Bi hezaran doz hatin vekirin. Rewşenbir rojnameger hatin girtin. Ji xeynî medya hawiz hemû çapemenî hat bêdengkirin. Hemû mal û milkê cemaweriyê tev hat desteserkirin. 3 roj berê bi KHK ya nû mamoste, kedkar û sendîkavan hatin îxrackirin. Niha em bi pakêtek nû li hemberî referandumê ne.
EM JI BO PÊŞEROJA WELATÊ XWE BÊJIN NA
Em Qanûna Bingehîn a maf û nirxê hemû civakê diparêze û wekî Peymana Civakî ku her kes li ser dibe hemfikir diparêzin. Lê ev peymana ku îro di rojevê de ye dijberî vê yekê perçe dike. Dijberî parastina mafan pergala Sultaya Yek Zilamî pêş dixe. Di dîroka Komarê de yekem car diktatoriyek bi vî rengî tê spartin. Em ji vê yekê ne razî ne û em hemû bi hevre dibêjin ji bo pêşeroja welat bêjin "Na" bila her kes qezenç bike.
Dema em li pêvajoyê dinerin rewşa referandum pêk bê tune ye. Niqaşên demokratîk di bin zextan de ne. Azadiya civakê tê binpêkirin. Mafê sendîkayî û rêxistinî ji holê hatiye rakirin. Ji xeynî medya hevkar û hawiz hemû medya muxalif hatiye bêdengkirin. Di van şertan de Qanûna Bingehîn a Demokratîk ne pêkane. Ev pakêt erêkirina OHAL û KHK yan e. Em vê yekê qebûl nakin û em bi hevre bêjin "Na". Ger ku ev bê erêkirin dê hişmendiya yek perest û li dijî demokrasiyê pêş bikeve.
EM BANG LI HER KESÎ DIKIN
Em bang li her kesî dikin ku ev hilbijartin ne rewa ye. Em ji her kesî dixwazin ku hûn bi xwe der barê xwe de biryarê bidin û bêjin "Na". Ji bo erka bê sînor nekeve destê yek zilamî û rejîma OHAL/KHK pêk neyê bêjin "Na".
EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU BÊJIN NA
Em wekî kesên ji rengê piranî yên Tirkiye bawer dikin ji bo azadiya raman, bawerî û wicdan, ji bo azadiya ziman, nijad, zayendê û demokrasiya bi kok wekhev û edaletê bêjin "Na" Ji bo pêşeroja her kesî ji bo xera her kesî bêjin "Na." Em bang li her kesî dikin ku bêjin "Na".
Em ji karker, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên hatine wêdekirin dixwazin ku bêjin "Na". Ji bo gotina dawî em bêjin li dijî îktîdara 14 salan a cudakariya zayendî, li diji binpêkirina mafan, bi hevre bêjin "Na" Ev pêşnûma ji aliyê kesên dijminê jinê û sivîla wan xerabe ve hatiye amadekirin. Ev pêşnûma daxwaza rewakirina tacîz, tecawiz û îstîsmarkaran e. Em wekî jin dikarin vê pêşnûmayê rawestînin. Ked, beden, nasnameya me ya me ye. Gotina dawî em bêjin û em bêjin "Na" Ji bo em bêjin "Na" mirov jin be bes e"
BÊJIN NA BILA HER KES QEZENÇ BIKE
Em bang li karker, kedkar, jin, ciwan u hemû beşên cuda ên hatine wêdekirin dikin û dibêjin bi hevre bêjin "Na" da ku her kes qezenç bike.
Divê wekî civakê em vê firsendê baş binirxînin û vê firsendê winda nekin. Em dibêjin "Na" Em bang li her kesî dikin ku di "Na" (Xêrê) de kom bibin û bi hevre bêjin "Na"