Keskîn: Îşkenceya tazî û zayendî heye

RIHA - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di semînera Baroya Rihayê ya bi navê "Pêkanînên OHAL'ê û Îhlalên Mafên Mirovan" de diyar kir ku dema Tayyip Erdoga ji ber helbest xwend hat darizandin wan mafî wî parast û wiha got: "Lê îro kesên ku wê demê mafê wan parast em dibin qurbana wan. Îro parêzer tên girtin. Di bin çavan de rastî îşkenceya tazî û zayendî tên."


Baroya Rihayê bi navê "Pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) û Îhlalên Mafên Mirovan" semîner pêk anî. Konferans li salona Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê pêk hat. Di civînê de Serokê MAZLUM-DER'ê yê berê . Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Eren Keskin û gelek parêzer amade bûn. Li salona konferansê wêneyê endamên Baroya Rihayê Emin Baran, Gulay Koca û Cemo Tuysuz hat daliqandin.

Serokê Giştî yê Berê yê MAZLUM-DER'ê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu, têkildarî OHAL'ê û KHK'ê axivî û wiha got: "Girtina parêzer Emin Baran, Gulay Koca û Cemo Tuysuz li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin. Bi îlankirina OHAL'ê re pêvajoya çareseriyê hat xelaskirin. Piştî konsepta şer dest pêkir, aştî hat bidnawikirin. Yên nave aştiyê bilav kirin wekî "Terorîst" hatin binçavkirin. Dema OHAL hat îlankirin me got dê binpêkirina mafan zêde bibe. Dema em li vê pevajoyê dinerin fikarên me di cih dene. Em dibînin ku bi biryarên KHK'ê jiyana mirovan tarî dibe. Hûn ji mirovan de dibêjin bimirin.
Gergerlioglu, anî ziman ku çawa duh bi hevre li dijî binpêkirina mafan rawestiyan îro jî dê li dijî binpêkirina mafên mirovan rawestin. Bi biryarên KHK'ê gelek binpêkirinên mafên mirovan çêbûn. Di milê hiqûqê de şoliyek heye.

EM WEKÎ PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN LI DIJÎ GIRTINA AK PARTIYÊ DERKETIN

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, jî bal kişand ser polîtîkayên Ak Partiyê û wiha got: "Dema borî xwestin AK Partiyê bigirin. Lê wekî parazvanên mafên mirovan em li dijî vê yekê derketin. Me girtina AK Partiyê wekî gavek dijdemokratîk anî ziman. Em ji bo astengiyên li pêş Abdullah Gul ên meclîsê derketin. Ji ber ku Tayyip Erdogan helbest xwend hat darizandin. Lê em li diji darizandina Erdogan derketin. Em di milê parastina mafên mirovan de li cihê xwe ne û me tawîz nedaye. Dema îro em lê dinerin tenê daxwaza dewleta kûr pêk tê. Yên ku me berê mafê wan diparast îro em dibin qurbanê wan.
Milên daraz, rêveberî û zagonçêkirinê ji serdema Komarê heta niha girêdayî militarizmê bû. Militarizm astengiya herî mezin a li pêş aştiyê û mafên mirovan e.
Li ser vê axe her dem şerê sexte hat meşandin. Bi navê mislimantiya sexte, netewperestiya sexte şer derxistin. Fikirandina li ser pirsgirêka kurd, ermenî û Kibris tev hatin qedexekirin. "

Keskin, anî ziman ku di vê pêvajoyê de gelek hevalên wan ên parêzer hatin girtin û wiha got: "Hûn li ser vê axê nikarin behsa azadiya kesan bikin. Dema binçavkirinê derxistin 30 rojan. Di bin çavan de işkence têkirin. Bi zorê tên tazîkirin. Rastî îşkenceya zayendî tên. Em diçin ku serlêdanên îşkenceya bivî rengî heye. Sedema OHAL'ê ser her tiştî bincil dike. Girtiyên nexweş hene. Nexweşên pençeşêrê hene. Gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Lê divê berî her tiştî mafê azadiya ramanê hebin. Niha her kes xwe bêçare dibîne. Em hevî dikin ku ev pêvajo zû derbas bibe."