ENQERE - Serokê Giştî yê BES'ê Fîkret Aslan bi KHK'ê ve hat îxrackirin
Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Fîkret Aslan bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a îro hate weşandin hate îxrackirin. Di nava kesên hatin îxrackirin de rêveber û serokên şaxên BES'ê jî hene. Bi Fîkret Aslan re Serokê Şaxa Hejmar 1 a Enqereyê Îsmet Meydan û Serokê Şaxa Hejmar 2 ya Enqereyê Mevlut Çakmak jî hatin îxrackirin.