Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin

ŞIRNEX - Li Cizîrê welatiyê bi navê Hazim Olmez û li Silopiyayê jî Rêveberê DBP'ê Abdûlcabbar Çagatay hat binçavkirin.

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê welatiyê bi navê Hazim Olmez bi hinceta, "ceza jêre hatiye birîn" hat binçavkirin. Polîsên ku bi ser mala Olmez a li Taxa Yafes de girtin, dest danîn ser kompîtur û gelek pirtûkên Olmez. Hate hînbûn ku Olmez li Mudûriyeta Polîsan a Cizîrê tê ragirtin û wê sibê sewqî adliyeyê bê kirin.

Li navçeya Silopiyayê jî Rêveberê DBP'ê Abdûlcebar Çagatay dema li sûkê bû, bêyî ku hincetek bê nîşandan ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û li Mudûriyeta Polîsan a Silopiyayê tê ragirtin.