DENÎZLÎ - Bajarê Antîk Laodîkeîa yê B.Z. di nîveka sedsala 3'yemîn de ji aliyê Qralê 2'yemîn ê Seleûkosê Antîokhos ve hat avakirin, bi her awayê xwe balê dikêşe. Lê Laodîkeîa ya ku şahidiya bi hezaran salî kiriye, ji ber teqînên bombeyî û bûyerên şidetê yên li Tirkiyeyê niha bê kes û kûs e.
Bajarê Antîk Laodîkeîa yê 9 kîlometre li bakurê Denîzliyê dikeve û B.Z. di nîveka sedsala 3'yemîn de ji aliyê Qiralê 2'yemîn ê Seleûkosê Antîokhos ve li qadeke 5 kîlometrekareyî hat avakirin, niha ji ber polîtîkayên şer û şidetê yên Tirkiyeyê bê kes û kûs maye. Laodîkeîa yê B.Z. di navbera salên 130-129'an de bi temamî bi Romayê ve hat girêdan, di Serdema Pêşwext a Bîzansê de di asta metrepoliyê de veguherîbû navendeke olî.
JI BO XIRISTIYANIYÊ BAJAREKÎ GIRÎNG E
Li çar aliyên bajêr jî qadên nekropolî hene. Laodîkeîa, ji bo cîhana xiristiyaniyê warekî girîng e. Çimkî, bajar P.Z. ji sala 4'emîn ve taybetmendiya Navenda Heca Qedîm li xwe bar kiriye. Ji ber vê, li bajarê ku navê wî di Încîlê de derbas dibe û li ser navê Dêra Laodîkeîa wehî hat şandin, Dêra Laodîkeîa derket holê û ev pîrozmendiya wê zêdetir kir. Dêr, di dema Constantînûsê Mezin (P.Z. 306-337) de, piştî xiristiyanî P.Z. di sala 313'an de bi Fermana Mîlanoyê serbest dibe, tê çêkirin. Ji ber vê hêla xwe Dêra Laodîkeîa di cîhana xiristiyaniyê de yek ji wan avahiyên herî kevn û pîrozmend e û dêreke hecê ye.
DI DEMA ANTÎK DE NAVENDA BAZIRGANIYÊ BÛ
Laodîkeîa, B.Z. di sedsala 1'emîn de li Anatolyayê yek ji wan bajarên herî navdar û girîng e. Li bajêr, berhemên hunerî yên mezin, aîdî vê serdemê ne. Romayiyan jî girîngiyeke taybet nîşanî Laodîkeîayê dane û bûbû navenda Kibryra (Golhîsar-Horzûm) Conventûsê. Li Laodîkeîayê, di dema Împarator Caracalla de jî, rêzek sîke (pereyê madenî) hatine çêkirin. Bi piştevaniya gelê Laodîkeîayê jî li bajêr gelek berhemên abîdewî hatine çêkirin.
Li Laodîkeîayê Şanoya Mezin, Şanoya Biçûk, Stadyûm û Gîmnazyûm, Deriyê Sûriyeyê, Hemama Rojhilat, Derî û Kûleyên Bîzansa Rojhilat, Nymphaeûmûya Bîzansa Rojhilat, Kolana Sûriyeyê, Mala A'yê, Navenda Belavkirina Ava Kuçeyê, Perestgeha A'yê, Nymphaeûmûya Sptîmîûs Severûsê, Avahiya Qulûba Jokeyê, Merkezî Agora, Merkezî Hemam, Merkezî Dêr, Agoraya Bakur, Dêra Bakur, Şanoya Rojava, Kolana Stadyûmê hene.
RIYA KESÎ PÊ NAKEVE!
Welatiyê li Laodîkeîa Cafeyê ya di nav Bajarê Antîk Laodîkeîayê de ye dixebite jî got, "Ji bilî kesên wek we riya xwe şaş dikin, kes nayê Laodîkeîayê" û wiha domand: "Vê meha dawî kar zaf kêm bû, di warî aborî de em zaf ditengijin. Turîst nayên. Serê sibehê tenê komeke ji Koreyê hatibû hat. Dema ewil me ew dîtin zaf kêfa me hat, lê ji ber kom bi şaşî hatibû bêyî rûnin vegeriyan."
ŞER LAODÎKEÎA'YÊ BÊ KES Û KÛS HIŞT...
Li derketina Laodîkeîayê jî, peywirdarekî ewlehiyê yê nexwest navê xwe bibêje, got rojê ancax 20 kes tê û diyar kir ku, ji van 20 kesan jî herî zêde yek jê turîst e û wiha domand: "Turîstên ji Rûsyayê dihatin, piştî krîza balafirê êdî hew hatin. Carinan ji Almanyayê hin extiyar tên. Bombeyên li Tirkiyeyê diteqin jî, bûn sedema nehatina turîstên xwecih û biyanî tevde. Ji ber şer êdî Laodîkeîa bê kes û kûs ma."