EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, diyar kirin ku polîtîkayên rageşiyê yên îdareya girtîgehê didomin û her wiha xizmên girtiyan jî dest nîşan kirin ku, der barê jiyana girtiyan de şik û gumanên wan hene.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê, çewisandin û pêkûtiyên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Li gel vê xizmên girtiyan jî, der barê jiyan û ewleyiya girtiyan bifikare ne. Hevjîna girtiyê siyasî Fayik Akay ê sal û nîveke li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, Zehra Akayê ji ber ji jiyana hevjînê xwe û girtiyên din bifikare ye, ji bo alîkariya huqûqî serî li Şaxa ÎHD'a Edeneyê da.
'XWARINA YEKKESÎ DIDIN 3 KESAN'
Zehra Akay, ragihand ku di 7'ê Sibatê de wê bi hevjînê xwe re hevdîtin çêkiriye, lê îdareya girtîgehê hevdîtin li wan kiriye îşkence. Akay, diyar kir ku piştî çend lêgerînan wan karibûye hevdîtinê çêkiriye û parast ku, di dema hin lêgerînan de lêgerîna tazî li hin ximên girtiyan hatiye ferzkirin. Akay ragihand ku hevjînê wê wiha gotiye: "Hemû aktîvîteyên me ji dest me hatine girtin. Rojname û nameyan nadin me. Me li korîdoreke ku FETO û DAIŞ'î jî lê ne digirin û em di heman wextî de derdikevin hevdîtinê. Li gel nedayîna rojname, pirtûk û kovaran, ava germ jî baş andin û ji ber vê em nikarin serê xwe bişon. Ji ber ji bo danûsetendina kantînê sînorek hatiye dayîn, em nikarin têra xwe zexîreyên xwe bikirin; ji ber vê em ji taqetê dikevin. Em birçî tên hiştin. Gardiyan bi awayekî kêfî bi ser qawîşan de digirin. Îdareya girtîgehê, li girtîgehê polîtîkaya rageşiyê dimeşîne. Em banga hestiyariyê li hemû raya giştî dikin."
'BILA DAWÎ LI VÊ POLÎTÎKAYA RAGEŞIYÊ BÊ'
Akay, anî ziman ku ji ber van pêkûtî û çewisandinan fikareyên wan zêde bûne û da li dijî van pêkûtiyan tevbigerin, banga hestiyariyê li hemû parêzvanên mirovan kir. Akay, anî ziman ku xizmên hin girtiyan diyar kirine ku, xizmên wan ên girtî rastî îşkenceyê hatine. Akay wiha axivî: "Birçîhiştina xizmên me nayê qebûlkirin. Divê îdareya girtîgehê demildest dev ji vê berde. Bila bi awayekî însanî nêzî girtiyan bibin. Em ji jiyana wan bifikare ne û em dixwazin li girtîgehê demildest dawî li polîtîkayên rageşiyê bê."