ŞIRNEX - Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, da zanîn ku ew ê li herêma Botanê ji bo "Na" mal bi mal xebatê referandûmê bikin wiha got: "Me çawa ku di hilbijartinê 7 hezîrana 2015'an de destûr neda îxtîdar bi serkeve Botanî dê careke din bi rihê 7 hezîranê tevlî hilbijartinê bibin."
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr ku demek dirêje li herêma Botanê xebatan dimeşîne hilbijartinên guhertina Qanûna Bingehîn nirxand û da zanîn ku li dijî hewldana AKP û MHP'ê ya referandumê ji bo "Na" pêş bixin dest bi xebatên di nav gel de kiriye û rojeva wan ya herî sereke destpêkê rêxistinkirina "Na" ye.
QANÛNA BINGEHÎN GEL DÊ AVA BIKE
Îmîr, anî ziman ku ku wan 8 Sibatê bi şiyara "Na" dest bi xebatên referandûmê kirine û wiha got: "Me wek jinên Botanê ew pêvajo ji xwe re esas girtiye û dest bi xebatan kiriye. Vê herêmê gelek zehmetî jiyane. Niha hêzên dewletê di bin navê ewlehiyê her der îşkal kiriye. Ji ber vê yekê xebatên ku li vir werin kirin bê guman ew ê werin astengkirin. Lê gelê Botanê carek din van astengiyan nas nake û ew ê her tim bi me re bin. Di vê pêvajoya de tişta herî girîng biryara gel e û gel dê Qanûna Bingehîn ava bikin."
EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ KÊLÎ BI KÊLÎ BI NEXŞÎNIN
Îmîr, anî ziman ku ew wek jinên Botanê rêxistina "Na" dê li her qadê pêş bixin û wiha axivî: "Me bi hemû jinên herêmê û jinê hilbijartî re li ser xebatên referandûmê hevdîtin kirin. Em bikaribin weke jin xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Em di pêvajoyek gelek girîng de ne. Di vê pêwajoyê de barê herî giran dikeve ser milê me. Em jî dibêjin jin wê pêvajoya referandûmê kêlî bi kêlî binexşînin."
JI BO JIYANEK AZAD 'NA'
Îmîr, bal kişand ser zor û zehmetiyên ku herêmê tên jiyan din û wiha pêde çû: "Bi salan e gelê herêmê zehmetiyan dijî. Niha jî hêzên dewletê êrîşên xwe li hemberî gel dijwar kirine û dixwazin gel bitirsînin. Li her derê jî gelê herêmê mexdûr nîşan didin. Rast e gelek windayên me çêbûn lê tu caran vî gelî dest ji berxwedana xwe nehêla. Em jî dibêjin em her tim bi gelê xwe re bin û em ê wek her pêvajoyan em ê vê pêvajoyê jî bi serkeftin derbas bikin. Em ê ji bo jiyanek azad her tim bixebitin û li her deverê bêjin ji bo qetliam zêde nebin "Na". Hêviyên gel ji me hene em jî dê hewl bidin ku hêviyên wan xurtir bikin."
EM Ê LI CIHÊ HEVALÊN XWE JÎ BI XEBITIN
Îmîr, destnîşan kir ku bi tunebûna hevalên xwe tevlî xebatên referandûmê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek hevalên me yên siyasetmedar di vê pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di heman demê de gelek hevalên me yên siyasetmedar hatin girtin û niha di girtîgehan de ne. Ji ber ku ew di girtîgehan de ne xebatên wan jî dikevin ser milê me û barê me hîn giran dibe. Lê her çiqas ew îro ne li gel me bin jî em ê xebatên wan bi rihê wan yê berxwedêrî li qadan bimeşînin û berxwedan û tekoşîna wan ya nîvco mayî em ê temam bikin."
HÊVÎ YA ME YE EM Ê QEZENC BIKIN
Îmîr, dest nîşan kir ku hêzên dewletê beriya referandûmê li herêmê bê navber operasyonên qirkirinê dike û wiha bi dawî kir: "Binçavkirin û qetilkirin gelan bê deng nake. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng netirsbûne. Ew jî li gel vî gelî heye. Çawa ku ev gel di 7 hezîranê li hemberî dîkdatoriyê ravesta û destûr neda ku desthilatdarî mezin bibe divê carek din jî li hemberî yek kesiyê û dîkdatoriyê bi sekine û bêje "Na". Em di wê baweriyê de ne ku gelê Botanê dê li hemberî zilm û zordariyê bi sekna xwe ya berxwedêrî bisekine. Em bi coş in û em ê bi coş tevlî referandûmê bibin. Em her tim dibêjin hêvî ya me ye em ê qezenc bikin. Dê heqîqeta kurdan qezanc bike. Em carek din Erdogan nakin serok."