Li Qamişlo teqîn

QAMIŞLO – Li Qada Iskenderiyê ya taxa Xelîc teqînek pêk hat. Di teqînê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da û 2 endamêm asayişê birîndar bûn.

Di saetên serê sibê de li Qada Iskenderiyê ya taxa Xelîc a başûrê Qamişlo dema dewreya Asayîşê derbas bû, mayînek ku hatibû bichkirin hate teqandin. Berdevkê Fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava têkildarî mijarê agahî da ANHA û diyar kir ku di teqînê de endamekî asayişê jiyana xwe ji dest daye û 2 endamên asayişê jî birîndar bûne. Yên birindar rakirin nexweşxaneya Qamişlo.