Li Enqere û Mêrsînê binçavkirin

ENQERE/MÊRSÎN- Li Enqereyê di serdegirtinên malan de endamê SGDF'ê Hunkar Genç, li Mêrsînê jî belavkarê rojnameyên Rojeve Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê Aydir Aşir hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de serê sibehê li Enqere, Stenbol û Tekîrdagê bi awayekî hemwext polîsan bi ser malên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de girtin.

Li Tekîrdagê polîsan bi ser mala malbata endama SGDF'ê Melîs Çevîk de girtin, li Stenbolê polîsan bi ser malên Hevserokê SGDF'ê Okan Danaci ya li Guzeltepeyê û gaziyên Pirsûsê de girtin û kontrola GBT'ê pêk anîn û li malê lêgerîn kirin. Polîsan pirsa endamê SGDF'ê Hunkar Genç de kirin û ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin.

Li Enqereyê jî polîsan bi ser mala endama MYK a HDP'ê Berfum Çolak de girtin û ji ber ku Çolak ne li malê bû nehat binçavkirin.

BELAKARÊ ROJNAMEYÊ HAT BINÇAVKIRIN

Belavkarê rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrayibê Aydin Aşir ê li taxa şevket Suner a navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê rojnameyan belav dike hate binçavkirin. Aşir ê dema rojnamey belav dikir hat binçavkirin birin Qereqola Sîtelerê. Sedema binçavkirina Aşir nehat hînbûn.