Alk. Doç. Dr. Erguzeloglu: Ez jî pir xweş hatim dûrxistin

MÊRSÎN - Alk. Doç.Dr. Esra Erguzeloglu, dûrxistina xwe ya zanîngeha Mêrsînê bi gotina "Û di şanoya absurt de FÎNAL: Lê ez jî pir xweş hatim dûrxistin Rêzdar mamosteyên min" anî ziman.

Durxistinan akademîsyenan a ji zanîngehan didome. Endama Perwerdehiya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Mêrsînê Alk. Doç.Dr. Esra Erguzeloglu ji zanîngehê hat durxistin. Erguzeloglu ku rektöre zanîngehê bi telefonê lêgeriya û got ji kar hatiye durxistin li ser hesaba xwe ya Facebookê durxistina xwe bi gotina Û di şanoya absurt de FÎNAL: Lê ez jî pir xweş hatim dûrxistin Rêzdar mamosteyên min" anî ziman.

'BI ÇOŞ LI BENDÊ ME’

Erguzeloglu da zanîn ku ji bo wê ji zanîngehê durbixin li hincetan hatiye gerîn û daxuyaniya li ser hesaba xwe ya Facebookê daye wihaye:

“Di dosyaya şer de perdeya dawî: hefteya bihûrî min mijara juriya performansa min a akademik bi başî nirxand, ji ber rapora juriyê ji aliyê Wezareta Daîreya Xebatkarên Rektoriyê ve çewt hatiye dîtin, xwest di dosyayan de sererastiyan bikim, dosyayên min sererast kirî ji aliyê ‘alîkarê dekan’ ve bi israr başde şandin nivîsî bû. Xebatên ku xwestin ez ji dosyayê derxînim min dernexistin. Di dosyaya hatî sererastkirin de ligel çend cihên biçûk guhertin hatin kirin û cihên min ji bîr kirin hinek puanên din girtin. Carekdin juriya ji 3 kesan pêk tê hat avakirin. Endamên juriya nû ji mamosteyên li zanîngehên cuda pêk dihat. Navên juriya niha ji aliyê cigirê dekan ve hatin pêşniyar kirin. Encam: Hersê rapor jî bi erênî bûn. Rapor ketin Lijneya Fakultê û carekdin ji rektor re hat pêşkêşkirin. Vê duşemê di 12’yê Sibatê de dema peywira min diqede. Ez bi çoş li benda dika Fînalê me.”