Hamleya 3'emîn a Xezeba Firatê bi encam bû

REQQA – Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, piştî pêngava 3'emîn bi encam bû, bîlançoya pêngavê eşkere kir û diyar kir ku di şerê 9 rojan de zemîneke bi qasî 700 km qare li rojhilat û bakurê Reqqa hate azadkirin, 98 gund û gundik hatin rizgarkirin û 124 çete hatin kuştin.

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, piştî pêngava 3'emîn bi daxuyaniyekê bîlançoya pêngava Xezeba Firatê ji raya giştî re eşkere kir. Daxuyanî bi beşdarbûna Berdevkê Fermî yê QSD'ê Mîralayî Telel Silo, Fermandarê Erka Xweparstinê Siyabend Welat, Fermandara YPJ`ê Kilara Reqqa û hin fermandarên QSD'ê li eniyên şer ên Reqqayê ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ve hate xwendin.

Piştî pêngava 3'emîn a Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê daxuyanî da. Daxuyaniya Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wiha ye:

Pêngava Sêyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê li gorî pîlanên hatine danîn serkeftî derbas dibe. Armancên xwe yên sereke ku têkbirina xetên pêşî yên pastinê ji aliyê bakur-rojhilatê bargeha Sereke ya çeteyên DAIŞ'ê Reqqayê bû pêk anî. Serkeftin piştî şerên dijwar ku hêzên me bi qehremanî bi alîkariya hin komên leşkerî yên teybet ên Koalsîyona Navdewletî li ser erdê her wiha bi piştigiriyeke çalak a balafirên wan di nava 9 rojan ji destpêka pêngavê de komên çete di mesafeya 40 kîlometreyan de komî serhev bûn û bi vê yekê gihiştin ber bajarê El-Reşîd (Reqqa).

Hêzên me di vê mesafeyê de beşê mezin ji pêngava sêyemîn a Pêngava Rizgarkirina Reqqa û gundên wê bi dest xist.

1-Bi ferehiya 700 kîlometir çarkoşe erdên bakur-rojhilatê Reqqa hate rizgarkirin.

2-98 gund û gundik hatin rizgarkirin û ewlekariya şêniyên van deveran hate pêkanîn, alîkariya welatiyan hate kirin û ji bo vegerin warê xwe jî alîkariya wan hate kirin.

3-124 terorist hatin kuştin, bi hejmarek mezin birîndar bûn û 9 terorist bi saxî hatin giritin.

4-Hejmarek topên çeteyan, alêv û erebeyên wan ên leşkerî ku çekên giran li ser wan bûn, hatin rûxandin. 63 tunelên çeteyan û bi dehan noqteyên xwe tê de bi dih kiribûn, her wiha kargehek çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin. 3 tirmpêlên bombebarkirî û hezar û 256 mayîn hatin ruxandin. 3 balafirên keşfê yên çeteyan hatin xistin. Miqdarek mezin çek û cebilxane û alavên leşkerî hatin destserkirin.

5- 13 şervanên me yên QSD û hêzên Erka Xweparstinê şehîd bûn.

6-750 welatiyên herêmê tevlî bargehêm me yên perwedyeê bûn, da ku werin perwedekirin û cihê xwe di hemeleya leşkerî ya rizgarkirina parêzgeha xwe ku hîn didome, bibin.

Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di dema ku em teqez dikin ku pêngava 3'emîn a Hemeleya me nêzî armanc û pîlana ku hatibû danîn bûye, tevahiya rojhilatê Reqqa hate rizgarkirin û bi vê yekê rê ji qutkirina Reqqayê re hate vekirin û amadekariya rizgarkirina wê hêsan dibe. Em bang li hemû gelê xwe yên di herêmên dagirkerî de ne dikin. Careke din em banga xwe ji wan re dubare dikin ku dûrî hemû pargeh û noqteyên leşkerî bibin. Dûrî rêveberiya DAIŞ'ê bibin û xwe li derdora hêzên me dema dighêjin deverên wan kom bibin. Em bang li ciwanên Parêzgeha Reqqayê dibin ku tevlî hêzên me QSD'ê bibin. Şehîdên me di dê her mayînde bin, Em faya lezgîn ji birîndarên me re dixwazin."