STENBOL - Rêxistinên HDK û HDP’ê bi silogana "Ji 15'ê Sibatê heta OHAL'ê ji hemû komploya re Na" xwestin li Şîşliyê çalakiyê pêk bînin. Polîsan destûr neda meşê û di mudaxaleyê de 3 kes binçav kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 18'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bi silogana "Ji 15'ê Sibatê heta OHAL'ê ji hemû komployan re Na" xwestin li ber Mizgefta Şîşli daxuyaniyê bidin. Beriya daxuyaniyê polîsan mizgeft dorpêç kir û destûr neda daxuyaniyê. Girseya ku bi gotina “We welat kir zindan. Ma li kêleka rê rewestîn jî qedexe ye?" bertek nîşanî polîsan dan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsên mudaxaleyî komê kirin 3 kes binçav kirin. Li ser navê koma ku hatin astengkirin Hevberdevkê HDK'ê Yê stenbolê Şamil Altan daxuyanî axivî û got: "Em pêvajoya darbeyê dijîn. Em ji bo komploya 15'ê Şibatê şermezar bikin em hatin. Lê em hatin asteng kirin. Em hemû komployan şermezar dikin."