MÊRSÎN - Belavkarê rojnameyê Aydin Aşir ê li Akdenîzê hat binçavkirin, hat berdan.
Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medyayê Aydin Aşir ê ku dema li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê belavkarî dikir hat binavkirin, hat berdan. Hate hînbûn ku Aşir bi endamên rêxistina CHP'ê yên kampanyaya "Na" didan meşandin ve hatiye binçavkirin. 5 CHP'î û Aşir hatin berdan, yek ji endamên CHP'ê ji ber ku li ser cilên wî navê Ernesto Che Guevara hebû hê jî di bin çavan de tê gritin.