Li bajaran civînên ‘Na’

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya “Na” de li Riha, Îzmîr û Êlihê civînên gel hatin lidarxistin, siyasetmedaren di civînan de axivîn diyar kirin ku dê di referanduma 16’ê Nîsanê de hesaba hilweşandin û şewitandina bajarên kurdan bê pirsin.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan ku di xebatên hilbijartinên referandumê yên HDP’ê de, di civînên gel de axivî diyar kir ku di vê pêvajoyê de bingeha dîktaroriya “zilamekê” ji aliyê kesên k udi meclîsê de ji teskeraya şer re gotin “Erê” avêtiye û ji ber wê ew ê dibêjin “Na”.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê derbarê referanduma ku dê di 16’ê Nîsanê de pêk bê li Salona Golfê ya Kultur Park Mînî yê civîna gel lidarxist. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, endama Lijneya Rêvebir a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Îbrahîm Akin tevlî civînê bûn.

Di civînê de Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan axivî. Dogan diyar kir ku di dîrokê de Tirkiye tucaran di demek wiha tarî de derbas nebûye û wiha got: “Hemû welatiyên li Tirkiyeyê ne di nava fikaran de ne. Kesên ku li Meclîsê ji teskeraya şer re gotin ‘Erê’ bingeha dîktatoriya zilamekê ava kirin, ji ber wê em dibêjin ‘Na’.”


'DÊ JIN QEDERA PÊVAJOYÊ BIGUHERÎNIN’

Endama Lijneya Rêvebir a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku Rêverê PKK’ê Abdullah Ocalan di jiyana xwe de hertim bangên aştiyê kirine û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan di 15’ê Sibatê de bi komployekê anîn Tirkiyeyê. Birêz Ocalan ligel vana hemûyan jî di nava bera salên 2012 û 2015’an de rojên ku cenzae ne hatin welat bi gel da jiyandin. Divê ew masa carekdin bê danîn û fikrên birêz Ocalan bên nîqaşkirin. Em hemû dê bêjin ‘Na’. Ya herî girîng jî ewe ku dê jin qedera vê pêvajoyê biguherînin. Dê ‘Na’ ya bi hêz ji jinan bê.”

ÊLIH

Kampanyaya bi pêşengiya DTK, HDP, DBP û TJA’yê li herêmê didome û di çarçoveya kampanyaya “Na” de li Êlihê civîna gel pêkanîn. Di civîna li avahiya Navendî ya DBP’ê de hat kirin Cigirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan, Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê Gurgumê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerîklî, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Êlihê, rêvebirên HDP û DBP û bi sedan gel amade bûn. Ji ber tevlîbûna zêde welatî li salonê bicih nebûn.

Beriya axaftinan dengbêjên NÇM’ê kilamên xwe pêşkêş kirin.

‘DÊ BERSIVA BAJARÊN HATINE ŞEWITANDIN Û HILWEŞANDIN BIDIN’

Cigirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan, anî ziman ku dê zilm û zext bi berxwedanê bên şikandin û wiha got: “Dê di referanduma 16’ê Nîsanê de gelê kurd bersiva bajarên hatine şewitandin û hilweşandin bide. Di referandumê de boytok li ser masayê tune ye. Ji aliyê qirêj ve ev nîqaş tên meşandin û mijara boykotê tînin rojevê. Dixwazin serê gelê me tevlîhev bikin. Dê gelê me biçe ser sindoqan û dê neyên lîstikan. Ger Na derbikeve dê dawî li koalisyona şer bê. Ji bo qanûnek bingehîn a ku bindest jî xwe têde dibinin bê çêkirin em ê bêjin Na. Ger Erê derbikeve dê zext zêdetir bibin û ger Na derbikeve dê deriyê çareseriya demokratîk vebibe. Ger N abi hêz derkeve dê şirîkiya şer a AKP û MHP’ê bi dawî bibe.”

RIHA

Di civîna gel a li Rihayê de jî Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, Hevseroka Giştî KCD’ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Salîh Yildiz, endamê Meclîsa HDP’ê Ziya Çalişkan, rêvebirên HDP, DBP û gelek welatî amade bûn.

Hevseroka Giştî KCD’ê Leyla Guven, bi lêv kir ku di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê geşedanên mezin rûdidin de bila kesek li bendê nemine ku dê gelê kurd li paş bisekine û wiha axivî: “Em ê xebatên xwe yên ji bo yeketiya neteweyî û bakurê Kurdistanê bidomînin. Pergala serokatiyê ya ku dê nîşakirin pergala dîktatoriya zilamekê ye. Em kurd ên ku dixwazin di ergnîgariya demokratîk de bi yekitiyê bijîn; em ê di vê referandumê de ji bo Cizîr, Enqere û Pirsûsê bêjin Na. Em ê bi Na zextên li ser gelê kurd, tirk, jin, zarok, kedkar, karker û rojnamegeran bişikînin.”