‘Gelê mexdûr dê ji zilmê re bêjin Na'

DÎLOK - Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di civîna gel de diyar kir ku Serokomar Tayip Erdogan dixwaze komkujî, keqûm û zilmê bi zorê bide erêkirin û wiha got: "Gelê ku ev zilm û zordarî dîtiye dê bêje "Na" û helwesta xwe nîşan bide."

Rêxistina HDP’ê ya Şehîtkamil a Dilokê di çarçoveya xebatên kampanyaya "Na" de li avahiya HDP’ê Şehîtkamil civîna gel pêk anî. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û rêveberên HDP’ê yên Riha û Dîlokê amade bûn. Alên HDP’ê, SDGF’ê û pankartên “Ji bo bihevre jiyanê Na”, “Ji bo hemwelatiyek wekhev Na” û “Na, navê hêviyê ye” li salonê daliqandin û dowizên "Na" rakirin. Endamê meclisa HDP'e ya Dîlokê Mehmet Karayil di civînê de bal kişand ser salvegera 15'ê Sibate roja radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Em ne dîlgirtê rejîma yek zilamî ne. Tirkiye niha bi Qanûna Bingehîn a 12’ê îlonê tên rêvebirin. Qanûna nû jî ji ya 12’ê îlonê xerabtir e."

‘DIVÊ EM HEMÛ NA YÊN BI SEDEMÊN CUDA BIKIN HÊZ’

Endama Meclîsa DBP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku desthilatdar li her derê zordariyê dikin û wiha axivî: “Tişta giring ewe ku em di vê pêvajoya zehmet de em hemû kesên rastî zext û zordariyan tên di bin "Na" de kom bikin. Ji ber ku sedemên “ERÊ” desthilatdariya yek kesî ye.”

'GEL DÊ JI ZILMÊ RE BÊJE NA'

Parlenemterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî gotina Hz. Alî ya “Dema dawiya zaliman tê, zilmê zêdetir dike” bibîr xist û wiha got: "Niha li Tirkiyê zilm heye. Dawiya zaliman hatiye û zilmê zêde dikin. Desthilatdarê zalim ku komkujî pêk anî, bajar ruxandin, dest danî ser îradeya gel, niha jî dixwaze be referandûmê zilma xwe zêdetir bike. Dixwaze komkujiyan bi gel bide pejirandin. Dixwaze gel ji zilmê re bêje “ERÊ”. Lê gelê ku zilma mezin dîtiye tu carî nabêje erê û dê helwesta "Na" nişan bidin."

Civîn bi druşma “Şehîtkamil dibêje Na, dê Kurdistan ji faşizmê re bibe gor", "Zilm nikare me têk bibe" bi dawî bû.