SÊRT - Rojnamegerên ku ji bo geşedanên têkîldarî hezana kanê ya li Şîrvanê bişopînin hatin ji aliyê walîtî û leşkeran ve hatin astengkirin. Ji rojnamegerên ku li qadê ne hate xwestin ji wezîr Muezzînoglu pirs nepirsin.
Rojnamegerên ku ji bo geşedanên têkîldarî hezana kana li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê bişopînin hatin navçeyê ji aliyê leşkeran ve hatin ragirtin. Rojnameger ji kontrola GBT'ê hatin derbaskirin, şopandina nûçeyan ji aliyê Midûriyeta Çapemeniyê ya Walîtiyê û cendirmeyan ve hate astengkirin. Rayedaran ji rojnamegerên ku dîmen kişandin re gotin ger ku dîmenan bikişînin dê bên binçavkirin.
Li aliyê din Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Mehmet Muezzînoglu jî hate kana ku lêgerîn didomin. Di vî navberê re berpirsyarê Kordîdasyona çapemeniya Walîtiyê ji rojnamegeran re gotina "ji wezîr pirs nepirsin" bi kar anî.