MANÎSA - Li navçeya Golmarmarayê têkîldarî cînayeta kar a ku di 6'ê tîrmeha 2015'an de çêbû û 15 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan tenê ajokarê kamyonê hat cezakirin û rayedar sûcdar nehatin dîtin di doza tazmînatê hav vekirin şîrekat sîgorteyê tazmînata tê xwestin zêde dît.
Li navçeya Golmarmara ya Manîsayê di 6'ê tîrmeha 2015'an de di qezaya trafîkê ya li taxa Hacievlerê çêbû de 15 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dabû û di doza ku hatibû vekirin de jî der barê ajokarê tankera şîr de 15 sal ceza hatibû birîn û doz bi vî rengî bi encam bûbû. Biryar ji aliyê parêzerên bersûcan ve hat temyizkirin û di doza tazmînatê ya li Dadgeha Hiqûqa Asliyeyê ya Akhîsarê hat vekirin de jî krîz derket. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Akhîsarê ve tê meşandin de ji bo 15 karkerên ku tazmînata tê xwestin rapora pêzan gihîşt ber destê dadgehê. di raporê de ji bo her malbetê di navbera 100-300 hezar TL tazmînat tê xwestin.
Şîrketa sîgorteyê ya ku dê tazmînatê bide jî pereyê ku ji bo malbatan bê dayîn zêde dît, îtirazî rapora pêzan kir û îtiraz hat qebûlkirin. Ji bo vê yekê li bendê ye careke din lêkolîn bê kirin.
ŞÎRKET RED DIKE
Serokê Baroya Manîsayê Alî Arslan der barê doza tazmînatê de axivî û got ku şîrketê daxwaza wan a pere her tim red kiriye û wiha axivî: "Doz berdewam dike. hin dosya ji pezanan re hat şandin. Li benda vegera raporê ne. Doz dozekî hiqûqê ye. Her tim aliyê ku doz li wan tê vekirin tazmînatê zêde dibîne. Dê tazmînatê pêzan diyar bikin lê tazmînata manewî dadgeh teqdîr bike."
Arslan got ku ew ê dozê bişopînin.
Li aliyê din di doza ku ajokarê tankera şîn 15 sal ceza lê hate birîn de di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Akhîsarê ve hatiye amadekirin de tenê ajokar sûcdar hatibû dîtin. Ji ber ku riya di navbera Salîhlî-Golmarmara-Akhîsarê de ji 1994'an heta niha nehatiye çêkirin berpirsyariya rayedaran nehat dîtin ev nehat lêkolînkirin. Dîsa patronên ku bi kasayan kamyonan karkeran dibinîn û tînin jî di îdianameyê de cih negirt.
Cihan Başakçioglu - dîhaber