Rewşa girtiyê nexweş Aktaş girantir dibe

WAN- Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş, li gel Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora "nikare li girtîgehê bimîne" da jî 10 meh in bi tena serê xwe li hucreyê tê girtin her diçe rewşa wî girantir dibe. Bavê Aktaş diyar kir milên Aktaş her diçe zirav dibe û li madê wî jî kul derketiye banga bihistiyariyê li raya giştî kir.


Rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê Saziya Tiba Edlî (ATK) 3 caran rapora "nikare li girtîgehê bimîne" da nayê berdan û 10 meh in li Girtîgena Tîpe R a Menemenê ya Îzmîrê di hucreyê de tê girtin her diçe girantir dibe. Aktaş ê di nava 6 salan de sewqî 8 girtîgehan hat kirin damarên milên wî zirav dibin û li madê wî vî kul çêbûye. Bavê Aktaş, Tahîr Aktaş banga bihistiyariyê li raya giştî kir.

'ERGÎN TERKÎ MIRINÊ HAT KIRIN'

Aktaş bal kişand li ser rapora ku AKT'ê daye ya "nikare li girtîgehê bimîne" û wiha axivî: "DAdgehê di nava 11 mehan de doz qedand û du caran cezaya muebeta girankirî da û ev yek qet adil nebû. Ev cezayekê kêfî bû. Ligel raporên ku hatine dayîn jî Ergîn nayê berdan û di nava 6 salan de sirgunî 8 girtîgehan kirin. Ev îşkence ye. Di nava 6 metrekareyan de nikare bi tena serê xwe bimîne."


Aktaş got ku rewşa kurê wî her diçe giran dike û wiha berdewam kir: "Li girtîgehê rewşa wî her diçe girantir dibe. Nexweşiya koahê, di madê wî de kul heye û damarên milê wî zirav dibe. Ev nexweşî roj bi roj giran dibin. Em wekî malbat li hemberî vî rewşê her roj dimirin. Tiştek ji destên me nayê. Çawa di van şertan de dikare jiyana xwe bidomîne."

Aktaş bi bîr xist ku kurê wî 10 meh in di hucreyê de tê girtin û wiha pêde çû: "Ez bang li kesên ku Ergîn berdanidn dikim. Rojekî destekî xwe bikarneynin ger bikaribin pêdiviyên xwe bi cih bînin, ev tê wateya ku Ergîn jî dikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Rojekî destê xwe bikarneynin em binêrin dê çiqas xwe xwedî bikin. Dê wê demê rewşa Ergîn baştir fêm bikin. Ji ber vê yekê ez dixwazim hemû kes dengê me bibihîze."

'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'

Aktaş got ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ên nikarin jiyana xwe bidomînin hene û ev bangawazî kir: "Daxwaza me ew e ku hemû kes bihistiyar bin. Hem rêxistinên civakî yên sivîl, hem komeleyên mafên mirovan divê bihistiyariyê nîşan bidin. Ev karê edaletê nîne. Rewşekî kêfî ye. Daxwaza me edalet e. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû bên berdan. Ji ber ku hemû nexweşên giran in. Bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. Qet nebe malbat dê li malê li wan binêrin. Edelat ji bo hemû kesan pêwîst e."