Geverî: Dê bi çi rûyî 'Erê' ji me bixwazin?

COLEMÊRG- Geveriyên ku ji bo referanduma di 16 nîsanê de pêk bê dibêjin "Na" hincetê xwe wiha anîn ziman: "Gelo wê bi kîjan rûyî, çawa ji Gevera ku welatiyên wî di nav kolanan de hatin kuştin û bajar hat hilweşandin dengê 'erê' bixwazin."

Navçeya Gevera Colemêrga ku 79 rojan qedexeya derketina kolan hat îlankirin û leşker û polîsan di şer de bi hezaran xaniyê wan xira kirin der barê referandûmê re axivîn. Geveriyan anîn ziman ku hikûmet û referandûm dê di binê Gevera xirakirin de bimîne.

'GEVER WÊ DÎSA JI SEDÎ 90'Î ZÊDETIR DENG DERBIXE'

Firat Kir diyar kir ku dema qedexeya derketina derve de bi dehan mîrov hatine qetilkirin û bi hezaran malan hatine hilweşandin û wiha got: "Em ji pergala ku bira, xwîşk, dayîk bav û kalê me daye kuştin re dibêjin 'Na'. Jibilê 'Na' îxanet e. Em yên ku Geverê hilweşandine re dibêjin Na." Kir anî ziman ku yên bi vîna gel hatine hilbijartin niha bê hincet di girtigehan de ne lê yên ku dizî yê dikin jî li meclîsê ne û wiha berdewam kir: "Colemêrga bi tevahiya bajar, navçe û gundan nûfusa wê 500 niha tu hilbijartiyên wê nemane. Niha li ser gelê Geverê êrîşek mezin heye. Ev êrîş ji tirsê ye. Dewlet ji gel ditirse ji ber vê bi hezaran polîs û leşker anî Geverê. Çi dibe bila bibe dê Gever dîsa ji sedî 90'î zêdetir deng derbixe. Gever neket û nakeve."

PERGALA SEROKATIYÊ WÊ ÊRÎŞÊN KU HENE ZÊDE BIKE!

Abîdîn Işık jî got ku ew wek salê 90'an nikarin li cihên dewletê bi zimanê zikmakî biaxivin û wiha pêde çû: "Niha êrîş her ku diçe zêde dibe. Pergala serokadewelitiyê wê êrîşên ku hene zêde bike. Hemû biryar wê di destê Serokomar Recep Tayîp Erdogan yê ku padîşahîtiyê dixwaze de be. Ev tê ew wateyê ku dawiya dinyayê bê. Em bi avayek tund dibêjin Na." Işik gotinên Erdogan ê "Yek gel, yek al, yek welat" da bîrxistin û wiha got: "Dema ku serokatî were wê şûna pir rengan wê yek reng derxin holê."

WÊ BI KÎJAN RÛYÎ JI ME ERÊ BIXWAZIN'

Ciwanên bi navê Ozal Yalçin jî hilweşandina ku 79 roj berdewam kir da bîrxistin û wiha axivî: "Wê hikûmet bi referandûmê re di binê xaniyê me yê ku xerakiriye de bimîne. Gelo wê bi kîjan rûyî ji Gevera ku welatiyên wî di nav kolanan de hatin kuştin û bajar hat hilweşandin re bivêjin bên erê." Yalçin banga piştevaniyê li gelê Gever kir û wiha dawî da axaftina xwe; "Li hemberî hemû êrîşan em bi hevre bisekinin lewra berxwedana me dikare ev êrîşan bide sekinandin."