EDÎRNE- Mizgefta Selîmiye ya ku Mîmar Sînan wekî "berhema min a hostatiyê" bi nav kiribû û di nava Lîsteya Mîrateyên Çandî yê Cihanê yê UNESCO'yê de cih digire bi dîmena xwe ya bi heybet a dîrokî diparêze.
Mizgefta Selîmiye ya Edîrneyê ku li ser deşta çemên Tunca, Arda û Merîçê Ewropa û Anatolyayê digihîne hev ji bo kesên ku tên bajar cihê ku beriya her derê diçin e û heybeta xwe ya dîrokî diparêze.
BERHEMA MÎMAR SÎNAN A 'HOSTATIYÊ'
Edîrneya ku heta fethkirina Stenbolê 92 salan ji Dewleta Osmanî re paytextî kir û ji bo gelek çandan malovanî kiriye bi qesr, pire, xan, hemam, mizgeft, sûka girtî û kuliyeyan ve hatiye xemilandin. Mizgefta Selîmiyeyê ya ku ji aliyê Selîm-î Sanî yê duyemîn ê padişahê osmanî ve ji Mîmar Sînan ê 80 salî daye çêkirin û Sînan wekî "berhema min a hostatiyê" bi nav kiriye jî yek ji van berhemên dîrokî ye.
KESÊN TÊN BAJAR EWIL TÊN VIR
Mizgefta ku ji 1575'an heta niha wekî cihê îbadetê tê bikaranîn bi hemû heybeta xwe ve hembêza xwe ji kesên tê re vedike. Kesên ku tên bajar ewil tên vê derê. Mizgefta Selîmiye ya ku 4 mînareyên wî hene di heman demê de li cihê ku ji bo bê çêkirin hatiye hilbijartin ve jî nîşan dide ku Mîmar Sînan kesekî pisporê bajarvaniyê ye jî.
MÊVANÊN DIN ÊN MIZGEFTÊ JÎ KEVOK IN
Mizgefta Selîmiye ya ku dîroka wî ya îbadetê ya 442 salan heye li hewşê bi kaniya ku destmêj bê girtin jî agahiya dema nimêjê dide mirovan. Jibilî kesên ku tên serdana mizgeftê, mêvanên din ên Selîmiyeyê kevokên ku berbi qubeyê difirin in.
Mizgefta Selîmiye ku bi hemû hebyeta xwe ve wekî ku dibêje "ez li vir im" bi kevokan re tabyola xwe temam dike.