AMED - Merwan Karaca ê 13 salî piştî Qeyûm bavê wî ji kar avêt, debar li ser pişta wî ma. Karaca her sibe ji Çinarê tê Amedê û li kolanan bi firotina sibîtan debara malbatê dike.
Li gorî rapora DÎSK'ê ya 2014'an li Tirkiye hêjmaza zarokên karker 893 hezar zarok kar dikin. Ji ber ku herî zêde betalî li Bajarên Kurdistanê heye, herî zêde zarok jî li herêmê dixebitin. Li Amedê jî gelek zarok ji bo debara malbatê bikin li kolanan û zeviyan dixebitin. Lê Merwan Karaca yê 13 salî ji bo ku bavê wî ji aliyê Qeyumê ve ji karê Şaredariye hatiye avêdin li kolanê dixebite. Merwan Karaca bi ruye ken û dengê zîz ê “Simît simît" diqîre simîtan difiroşe û debara malbatê dike. Merwan Karaca, piştî Qeyûmê Qeymeqam bavê wî ji karê şaredariyê derxist kar û debara malê ked ser milê wî. Karaca, her sibê ji Çinarê tê Amedê û li Semta Ofîsê kolan bi kolan digere û simîtan difiroşe.
DI BIN TEPSIYA SIMÎTAN DE DIWESTE
Karaca her roj 14 saetan li kolanan digere û simîtan difirşe. Piştî bavê wî ji kar hat avêtin di pola 7’an de dibistan berda. Karaca, li kolanan simîtan difiroşe û li qahweyan jî stranan dibêje û behna xwe vedide. Ji ber ku bi rojê kolan bi kolan digere di saetên êvarî de pir diweste û dixwaze demek berî demekê simîtê wî xelas bibe û vegere malê. Merwan Karaca bi gotina "Xwezî ev simîtên di destê min de xelas bibin û pişt re ez biçim mala xaltîka xwe ya Amedê razêm" bal kişand ser westîna xwe ya nava rojê.
Karaca, ani ziman ku piştî bavê wî ji kar hat derxistin, barê wî girantir bû u wiha got: “Dema bavê min di şaredariyê de dixebitî ez hindiktir dixebitîm. Lê niha pêwîste ez bêtir bixebitim. Divê ku ez debara malbata xwe bikim. Min jî dixwest ku ez nexibitim lê ez neçarim. Min jî dixwest ez wek hevalên xwe bigerim û bileyîzim. Ez her roj 14 saetan dixebitim. Kez zêde ye qezenç kêm e. Rojê li Ofîsê nêzî 30 kafeyan digerim."