NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girt û bi dehan endam û rêveberên HDK, TJA, HDP û DBP'ê hatin binçavkirin.
STENBOL
Polîsên girêdayî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 70 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin ji endam û rêveberên Egîtîm-Sen, HDK, HDP, DBP, TJA'yê pêk tên.
EDENE
Li Edeneyê jî di navde Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz jî di navde gelek endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan di serdegirtina mahan de Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz, Hevseroka HDP'ê ya Seyhanê Suzan Kiliç jî di navde gelek endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
DÎLOK
Li navenda Dîlokê û navçeyên Îslahiye û Nîzîpê 30 HDP û DBP’î hatin binçavkirin. Li navenda Dîlokê 23 kes, li Nîzîpê 7 kes, li Îslahiye yê 7 hatin binçavkirin.
Li Nîzîpê Hevserokê DBP’ê Yusuf Guler, Qasim Çelîk, Mehmet Bayar, Edîbe Şahîn, Hatîce Karaca, Fadil Karaca, Mehmet Polat, li Îslahyeyê Remzî Şahîn, Abdullah Demîr Sayman, Eyup Durdu, Bora Ozturk, Mehmet Çalişkan, Arîf Dagistan, Bekîr Yildirim kes hatin binçavkirin. Li navenda Dîlokê ji 23 kesên ku navên wan hatin hînbûn ev in: Hevseroka berê yê HDP’a Dîlokê Atiye Okay, Diyar Kazak, Ahmet Satilmiş, Talat Yilmazsoy, Eyup Şahman, Mehmet Aslan, Mahmut Şîmşek, Hasan Erkan.
ÇEWLÎG
Li Çewlîg û navçeyan serê sibehê di serdegirtinên hemwext de 14 kes hatin binçavkirin. Piştî lêgerînên li malan endamê MP a DBP'ê Adnan Sari, encumenê Şaredariya Çewligê yê DBP'ê yê berê Cihak Yildirim, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Aydin Kara, Îlhan Çakabay ê DBP'î, Hevserokê DBP'ê yê berê Niyazî Azak, namzeta parmalenteriyê yê HDP'ê Hîlal Çakabay, Ozkan Kiliç, Orhan Kemal Erboga, Edîp Kaynar û Selîm Baluken hatin binçavkirin.
Li navçeya Bongîlanê Metîn Çelîk, li navçeya Kanîreşê MUhammed Hamdîoglu, Ceblîs Karabag, Halît Karabag hatin binçavkirin.
DERSIM
Li Dersimê di serdegirtinên malan de Hevseroka DBP'ê ya berê Gulseven Yildiz, rêvebera berê Necla Kiliç hatin binçavkirin. Li navçeya Qisleyê jî encumena DBP'î Selvî Gunerî serê sibehê hate binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyte ya Bajar.
MELETÎ
Li Meletiyê jî di serdegirtinên malan de rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Beyaz Adiyaman, Suna Gedîk, Hayrî Înan, Abîdîn Çiplak, Besîme Cebe, Mustafa Remzî Aydin û Suleyman Aktaş hatin binçavkirin û birin Emniyeta Bajar.
SÊRT
Li navenda Sêrtê jî serê sibehê serdegirtinên malan ên hemwext pêk hat. Serokê KURDÎ-DER'ê Eyup Ongur, rêveberê KURDÎ-DER'ê Vedat Nas, Nûnerê Genel-Îş'ê ya DÎSK'ê Halît Kaçar û welatiyê bi navê Halîl Tîmurtaş hatin binçavkirin. Sedema operasyonê nehat hînbûn. 4 kes piştî kontrola tenduristiyê birin Emniyeta Bajar.