MÊRDÎN- Qedexeya derketina derve ya li 9 gundên navçeyên Mahsert, Artuklu û Nisêbînê ku di 12'ê Sibatê de hatibû îlankirin bi dawî bû.
Li 9 gundên navçeyên Mahsert, Artuklu û Nisêbînê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve ya di 12'ê Sibatê de hat îlankirin bi dawî bû. Walîtiya Mêrdînê diyar kiribû ku li gundên Sulakdere û Aytepe yên Mahsartê, gundên Îlkadim, Yavrukoy, Buyukkardeş, Kuçukkardeş û Stîlîlê yên Nisêbînê û gundên Yardere û Ahmetlî yên Artukluyê qedeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê diyar kiribû ku dê li herêmê operasyona leşkê bê destpêkirin û li malên welatiyên ku gumanbar tên dîtin lêgerîn bê kirin. Qedexeya 9 gundan piştî 24 saetan bi dawî bû.