Li lîseyê îstismara zayendî: 100 xwendekaran gilî kir

ENQERE - Li navçeya Haymanayê hat îdiakirin ku Midûrê Lîseya Anadolu ya Nurî Bektaş S.K. li dijî xwendekarên kurd îstismara zayendî kiriye. Di çarçoveya serlêdana nêzî 100 xwendekarên serî li BÎMER'ê dane hate destpêkirin de S.K. ji kar hat durxistin lê lêpirsîna edlî nehat vekirin.

Li navçeya Haymana ya Enqereyê li lîseyekî hat îdiakirin ku xwendekarên kur rastî îstismara zayendî hatine. Di çarçoveya lêpîrsîna ji ber serlêdana nêzî 100 xwendekaran hate destpêkirin de midûrê lîseyê S.K. ji kar hat durxistin. Li gorî nûçeya BîrGunê Midûrê Lîseya Anadolu ya Nurî Bektaş S.K. ê di 2014'an de hatiye tayînkirin bi îdiaya ku li pansiyona dibistanê xwendekar îstismar kiriye lê pirsînê hat vekirin. Lêpirsîna ku hatv ekirin ji aliyê mufetîşên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve tê meşandin û li gorî îdiayê nêzî 100 xwendekaran serî li BÎMER'ê dane.

LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN

Lêpirsîn di betlaneyê de piştî serlêdana hin xwendekar û malbatanli BÎMER'ê hate destpêkirin û ji gelek mamosteyan di vî mijarê de agahî hat girtin. Di çarçoveya agahiyên ku mufetîşan ji mamosteyan girtine hefteya borî piştî ku dibistan vebûn ji bo îfadeyên 200 xwendekarên li pansiyonê dimînin bê girtin çûn dibistanê. Mufetîşan bi îfadeyên xwendekaran dest bi kar kirine û hate hînbûn ku hê jî lêpirsîn berdewam dike.

Di roja çaremîn a lêpirsînê de pencşema borî ji ber ku hat fêmkirin S.K. îstismar pêk aniye û cidîbûna îstismarê hatiye dîtin S.K. ji kar hatiye durxistin û li şûna wî Hîlmî Tekçe hat tayînkirin. Hate hînbûn ku der barê S.K. de lêpirsîna edlî nehatiye vekirin.

Ji hin mamosteyan têkîldarî mijarê diyar kirin ku demeke dirêj e agahiyên bi vî rengî dibihîstin lê ji ber ku di destên wan de delîl tunebûye, ji ber ku ji rayedarên dibistanê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî şerm kirine nekarîne tiştekî bikin. Li aliyê din hîn xwendekarên ku nexwestin navê xwe aşkera bikin jî têkîldarî mijarê wiha gotin: "Me nedîzanî ji kîjan mamosteyê alîkariyê bixwazin, bi kîjan mamosteyê bawer bikin nizanibû. Herî dawî BÎMER hate hişê me."

Li Haymanayê hin malbatên zarokan jî diyar kirin ku midûrê dibistanê ev demeke li pansiyona dibistanê ji bo xwe odeyek daye amadekirin û li wir dile ji ber vê yekê jî divê ev îdiayên îstismara zayendî baş bê lêkolînkirin. Weliyekî ku nexwest navê xwe bide wiha got: "Ev der ciheke biçûk e. Her tişt di demeke kin de belav dibe. Em niha pêdihesin ku ev midûrê hemşeriyê me ye berê ji ber îstismara zayendî ceza girtiye. Ma ji bo xwedê bibêjin kesekî ku ji îstismara zayendî ceza girtiye bihêlin bibe midûr, mamostetiya wî çiqas rast e.?"