Zarokek ji ber teqemeniyê birîndar bû

AMED - Li gundê Şingrig ê navçeya Pîrana Amedê zarokê 15 salî dema li qada leşkerî ji bo çandina dara bihîvan erd kola, teqîn pêk hat û birîndar bû.

Li gundê Şingrigê yê Pîrana Amedê zarokê 15 salî Ulaş Çakin dema li tenişta mala xwe li qada leşkerî ji bo çandina dara bihîvan erd kola, teqîn pêk hat. Di teqînêde Çakin ji pî û ruyê xwe birhîndar bû. Çakin ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. Hat zanîn ku rewşa Çakin baş e.


Li navçeya Pîranê hefteya borî li gelek gundan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.