AMED - Dadgerê ku doza mertalê zindî Medeni Yildirim ê li navçeya Lîcê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, leşkerê bersuc beraet kir û mikur hat ku lêpirsînek kûr û fireh nehatiye meşandin.
Di 28'ê Hezîrana 2013’an de gundiyên Kayacikê ya Lîceya Amedê li dijî avakirina Kalekolê çalakî pêk anîbûn. Di çalakiyê de leşkeran gule li ser welatiyan reşandibûn û ciwanê 19 salî Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 8 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê der barê leşkerê bersûc Adem Çiftî yê dozger heta 18 salan ceza ji wî dixwest biryara beraetê dabû. Heyeta 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara berfireh aşkere kir. Heyeta dadgehê di biryara bi hincet a fireh de diyar kir ku delîlên şênber tune û li ser van delîlan nikare sucdar bikin.
'DEMA LEŞKERAN GULE BERDAN HEWA YILDIRIM JIYANA XWE JI DEST DA
Heyetê di biryarê de wiha got: "Roja bûyerê nêzî 150-200 kes bi pankarta “Ne şer em aştiyê dixwazin" li ber Qereqola Cendirmeyan a Kayacikê kom bûn û înşaeta qereqolê şermezar kirin. Komê slogan berz kirin û maşîna kar a li tenişta qereqolê dan ber agir. Leşkerên li qereqolê ji bo bûyer mezin nebe û komê belav bike, gule berdan hewa. Dema leşkeran gule berda hewa Medenî Yildirim bi guleya ku li bedena wî ket birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de derket holê ku Yildirim bi guleyê hatiye kuştin, lê gule di bedena wî de nehatiye dîtin. Li şûna bûyerê gelek dûvikên guleyan hatiye dîtin, lê ji ber ku gule di bedena Yildirim de nehatiye dîtin, nehatiye tespîtkirin ku gule aydî kijan çekê ye. Ji ber vê yekê tespîtek teqez û bi bawer nehatiye kirin. Îdîaya ku gule ji çeka bixi ya leşker Adem Çiftçî derketiye nehatiye tespîtkirin. Ji ber ku delilekî şênber tune li gorî xala CMK'an a m.223/2-e biryara beraetê hatiye dayîn."
DADGER MIKUR HAT KU LÊPIRSÎNE KÛR NEHATIYE KIRIN
Heyeta dadgehê di biryarê de têkildarî rapora hatiye amadekirin jî diyar kir ku delîl û belge bi kûrahî û firehî nehatiye amadekirin. Heyetê diyar kir ku di rapora ekspertizê de dîmenên kamera, îfadeyên bersûc û şahidan û delîlên sair dema li ber çavan bên girtin telîlek têr û tije tune û xwest ji bo delîl û belgeyên rast û temam derkevin holê li dozgeriya Komarê glî bikin.
Serdozgeriya Komarê ya Lîcê der barê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Kayacikê, Fermandarê Tîma Tevgera Taybet a Cendirmeyan, bi sucdariya “Erk û peyvira xwe xerab bikar aniye" û “Bi teksîr ji kesekî zêdetir kes birîndar kirine" lêpirsîn temam kiribû û biryara bê şopandinê dabû û li 5'emîn Dadgeha Sulh Ceza îtîraz kiribû. Dadger biryara dozger a bêşopandinê rakir û xwest ji nuve lêpirsîn bê kirin. Dadger mikur hat ku lêpirsînek fireh hetaye kirin û delîl baş nehatine komkirin.