Parlamentera HDP'ê Bîrlîk, binçavkirin birin rojeva meclîsê

ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, têkildarî binçavkirinan diyar kir ku li ruxmê CMK 118/1'an a “Li Konut, mal û kargeriyan dimîne, serdegirtina şevê nayê kirin" jî dîsa polîs bi şev bi ser malan de digirin û têkildarî mijarê pêşniyara lekolînê da meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, diyar kir ku ji tîrmeha 2015'an heta niha bi awayekî dij hiqûqî serdegirtina malan û binçavkirin hene û li dijî qanûn û zagonan mirov tên binçavkirin. Bîrlîk têkildarî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê binçavkirina Serokwekîlên Koma HDP, Parlamenterên HDP'ê hevşaredar, endam û rêveberên HDP û DBP'ê pêşniyarnameya lekolînê da meclîsê.

Bîrlîk, sedema pêşniyara lêkolînê wiha vegot: “Binçavkirina têkildarî Hevserokên me, min û parlamenterên me, ji xala CMK 118/2'an hatiye kirin. xala CMK 118/1'ê de "‘Li mal, kargerî û cih û warên girtî de di saetên şev û êvarî de lêgerîn û serdegirtin nayê kirin" Li gel vê yekê dîsa ev xal hatiye îhlalkirin. Dema vê yekê jî fikra 2'emîn a ku kesên fîrar û qazax nîşan didin. Hevserokên me, ez û hevalên min ên wekîl di 04'ê Mijdara 2016'an de bêyî li benda parêzerên me û xizmên me rawestin, bi lez û bez em binçav kirin. Di 13'ê Kanûnê de Serokwekîla Partiya me Çaglar Demîrel û Berdevka Meclîsa Jinê Besîme Gonca ku li meclîsê xebatên qanûnçêkirinê dimeşand, piştî di saetên şevê de ji meclîsê derketin maşîna wan rawestand û ew binçavkirin.

4'Ê MIJDARÊ DARBEYA SIVÎL E

Bîrlîk, anî ziman ku şeva 4'ê Mijdarê li Tirkiye darbeya sisayî pêk hatiye û dê bi salan di hiş û aqilan de bimîne. Bi taybetî em ji dosyayên cuda hemwext di heman demê de hatin binçavkirin. Ev aliyê operasyonê yê siyasî pir zelal datîne holê. Di pergala daraza Tirkiye de mekanîzmaya ku 5-6 dozger di heman demê de ji dosyayên cuda bi hevre biryar bidin û operasyonê li dijî wekîlan bidin tune ye. Ev ne hiqûqî û ne zagonî ye Ev raste rast siyasi ye.
Hêj teblîgat negihişt destê wekîlan wekîk hatin binçavkirin û girtin."

Bîrlîk, anî ziman ku 12 wekîl di şeva navbera 4 û 5'ê mijdarê de şev nîvê şevê hatin binçavkrin û wiha got: "Pêvajoya binçavkirinê bi rêbaza îşkenceyê hatine binçavkirin. Kelepçeya ters li destê wan xistiye û neheqiyên giran li wan hatiye kirin. Bi dengê bilind sirûd bi wan dane guhdarkirin. Bi taybetî li dijî wekîlên jin tundiyek mezin meşandine. Dema ji girtîgehekê şandine girtîgehek din bêyî agahiyê bidin xizmên wan û ew sewq kirine. Dema neqil kirine jî rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan û tundiyê hatine. Niha jî Hevserokên me yên Giştî jî di navde 12 parlamenter, 35 jîn bi giştî 83 hevşaredar girtî ne. Bi hezaran rêveberên partiya me girtî ne. Der barê 7 parlamenterên me de biryara girtinê hatiye dayîn. 14 parlamenterên me jî li dijî heq û hiqûqê hatine binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Ev pêkanîn tev nîşan dide ku li dijî partiya me operasyonek siyasî û darbeyek siyasî pêk tê.

Bîrlîk xwest ji 15'ê Tîrmehê heta niha meclîs der barê binçavkirina hevserok, hevşaredar, parlamenter, rêveber û endamên wan de lêkolîn bike û vê bê hiqûqiyê ronî bike.