Jina ciwan a bi ceyranê ve zeliqî mir

COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jina ciwan Fatma Kanat bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Bîçer a navçeya Çelê ya Colemêrgê jina ciwan Fatma Kanat, di 6'ê Sibatê de dema li ser şokê serê xwe dişuşt bi ceyranê ve zeliqî.
Kanat ku birindar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û ji wir sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê kirin.
Kanat ku 7 rojin di ûnîteya giran de tê dermankirin di saetên sibê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Kanat 4 meh ducanî bû. Cenazeyê Kanat dê li Çelê bê definkirin.